Hikmet Hebîb: Divê gelê Sûriyê komîteya destûrî ya çareserkirina aloziyê hilbijêr e

Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb li ser rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyê axivî û wiha got: “Pergalên navendî li tavahî cîhanê têk çûne. Divê komîteya destûrî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê di nava Sûriyê de bi rêya kongreyek neteweyî were avakirin. Divê gelê bi xwe wê komîteyê hilbijêr e.”

Cîgirê hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hikmet Hebîb di hevpeyvîneka li gel ajansa me de, rêbazên çareseriya aloziya Sûriyê û rêya herî guncew ji bo derketina ji aloziyê nirxand.

Di destpêka hevpeyvînê de Hikmet Hebîb destnîşan kir ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de ya ku derbasî sala xwe ya 9`an bûye, gelek rêxistinên terorîst di serî de DAIŞ`ê ava bûn. Hebîb got: “Wan rêxistinan binesaziya herêmê ya fikrî û civakî wêran kirin. Wek MSD û QSD`ê me terror li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir. Herêm rizgar kirin, sînor û xaka Sûriyê parastin."

Hebîb diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve nêrîna wan a ji bo çareseriya aloziyê ji nêrîna opoziyonê cuda bû û wiha got: “Wan îdîa dikir dê alozî dirêj bike û ne mumkine di nava mehekê de were çareserkirin. Lê me wê demê xeta sêyemîn hilbijart. YPG`ê û Rêveberiya Xweser Demokratîk ji bo parastina pêkhateyên herêmê û binesaziya welêt ava kirin. Em di hewldanên xwe de biserketin, ji ber ku em bawer dikin çareserî li ser hesabê aliyê din ne pêkan e."

Hebîb destnîşan kir, dibe ku Rêveberiya Xweser tovika çareseriya aloziya Sûriyê be û wiha axivî: “Me nêrîn û nexşerêyek pêşkêşî hikumeta Sûriyê kir. Ew serweriya qadên berfireh dike û ji aliyê navdewletî de hikumetek rewa ye. Ji ber wê di vê çarçoveyê de ji bo diyaloga rastîn a Sûrî-Sûrî em pê re di nav dansûtandinan de ne. Lê tîmek di rêjîma Sûriyê de naxwaze alozî çareser bibe. Ji ber ew bawer dikin ku navndîbûn, dê hegemoniya wan vegerîne wek beriya 2011’an.”

Hebîb got: “Rewşa li ser erdê hatiye guhertin. Pergalên navendî têk çûne û berê xwe dane nenavendîbûnê. Li ser vê esasê, niha gok di stada hikumeta Sûriyê de ye. Eger ji bo parastina gel û yekbûna wî dixebite, divê di diyalogê de cidî be û welêt carek din derbasî ajandeyên cuda neke."

Hebîb destnîşan kir ku bi dehan civînên ku li Cinev, Astana û Soçiyê li darketine, hemû têkçûne ji ber ku nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê beşdar nebûn.

Hebîb destûra Iraqê bibîr xist û got:" Ji ber destûra Pirîmir Iraq niha di nav perçebûnê de ye. Em ditirsin ku ew rewş li Sûriyê dubare bibe. Divê gelê Sûriyê destûra Sûriyê amade bike. Divê komîteya destûrî bi riya kongreyek neteweyî di hundirî Sûriyê de ava bibe û ev destûr li ser xaka Sûriyê were nivîsandin."

Hebîb diyar kir ku NY`î hewl dide komîteya destûrî ava bike û wiha pê de çû: "Lê ew dixwaze komîteyê bi ajandeyên derve û herêmî ava bike. Her komek girêdayî dewletek mezin yan jî dewletên herêmê be. Ji ber vê yekê dê destûr kêm be û komîte dê biser nekeve."

Di dawiyê de Hikmet Hebîb tekez kir ku komîteya destûrî ji ber windabûna cidîbûna aliyên ku dê avabikin, biser nakeve û di pêvajoya heyî de ava nabe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din