​​​​​​​Hikmet Hebîb: Em ji girêbesta tirkî-rûsî ya li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in

Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmeta Hebîb rave kir ku ew der barê vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji hin nuqteyên li Idilbê bi fikar in ku dibe ev vekişîn lihevkirineke rûsî-tirkî be ji bo destpêkirina êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Artêşa Tirk a dagirker piştî vekişîna ji gelek nuqteyên li Idlibê, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Her wiha bi dijwarî herêmên Minbic, Kobanê û Eyn Îsayê topbaran dike. Di vê dawiyê de tevgerên wan li eniyên li navçeya Zirganê zêde bûn. Li gel wê jî hejmara leşkerên Tirk û çeteyan û gera balafirên keşfê li ser herêmê, zêde bûn.

Hebîb diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û wiha got: "Di navbera Tirkiyê û Amerîka, Tirkiyê û Rûsyayê de peymana agirbestê hat îmzekirin. Lê heta niha dewleta Tirk agirbest pêk neaniye û hê jî bi firokeyên xwe yên bêpîlot, gelek herêm û sivîlan bombebaran dikin."

Hebîb da zanîn ku dewleta Tirk di encama lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk de ji gelek nuqteyên li Idlibê, mîna Morik û gundewarê Idlibê vekişî û bi awayekî hemwext êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û wiha domand: "MSD bi vekişîna dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyê re ye."

Der barê vekişîna dewleta Tirk ji hin nuqteyan de Hebîb eşkere kir ku ev yek pêngaveke erênî ye, lê belê ew bi fikar in ku lihevkirinek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser hesabê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe.

Hebîb piştrast kir ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û wiha pê de çû: "Tecrûbeya me bi dewleta Tirk re demdirêj e. Wê deriyê xwe ji terorê re vekir û gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin."

Hikmet Hebîb di dawiyê de got pêwîst e peymana agirbestê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê aktîfkirin. Her wiha bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku sûcên dewleta Tirk û êrişên wê yên bênavber ên li dijî jîngehan, rawestînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din