Hikmet Hebîb: Projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye

Cîgirê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb piştrast kir ku MSD`ê bi armanca bidestxistina gelek pêşniyarên girêdayî tecrubeya siyasî û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzecivînên xwe didomîne.

MSD`ê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo gelê Cizîr û Firatê” rêzecivînên xwe didomîne.

Ji bo naskirina armanca lidarxistina van civînan, Cîgirê Desteya Serokatiya MSD`ê Hikumet Hebîb ji ANHA`yê re axivî û got: “Armanc ew e ku em hejmara herî zêde ya pêşniyarên ku tecrubeya siyasî û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewlemend dikin, bi dest bixin. Dê piştî van civînan, kongreyeke neteweyî ji bo gelê Cizîr û Firatê li dar dikeve.”

Hikmet Hebîb wiha domand: “Diyalog projeyek neteweyî ye, ji hêla desteya siyasî ya Sûriyê ku ji gelek hêzên siyasî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda ve pêk tê. Ji bo ku aloziya Sûriyê li ser asta siyasî çareser bibe.”

Hikmet Hebîb di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku girêdana hinek aliyên Sûriyê di nav de opozîsyon bi hinek dewletên diyar ve bû sedem ku diyalog bi bin keve, nexasim bi Îtîlafê re ya ku rastî zexta dewleta Tirk tê.

Di berdewama gotinên xwe de Hebîb diyar kir ku hikumeta Şamê mîna opozîsyonê ne xwedî biryara xwe ye, ne azad e û hinek aliyên derve wê kontrol dike.

Hebîb bang li kesên ku heta vê kêliyê xwe ji jiyana siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane aliyekî kir ku tev lê bibin û astengiyên ku rastî Rêveberiya Xweser û xebata siyasî tên, bînin ziman da ku pêş bixin.

Hikmet Hebîb di dawiyê de propagandaya ku projeya Rêveberiya Xweser projeyek parçebûnê ya Kurdan e red kir û diyar kir ku ew projeyeke neteweyî Sûrî ye û ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye di nav de gelê Kurd.

(şx)

ANHA


Mijarên Din