Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ciwanek ji Rojavaya girt

Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ciwanekî Kurd  ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bê sedem girt.

Şêniyê bi navê Burhan Cemîl Diyab bi armanca kar çûye Başûrê Kurdistanê, beriya mehekê ji aliyê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve ji cihê kar li bajarê Silêmaniyê hate girtin. Hikûmetê sedem û tawana li dijî Diyab eşkere nekir û nahêle ku hevjîna wî serdana wî bike.

Malbata Burhan Cemîl Diyab li gundê Til Eylûl ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dimîne bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku sedema girtina kurê wan eşkere bike.

Bavê Diyab Cemîl Diyab got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve kurê min ji bo kar berê xwe da Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariya me bike. Di xwaringehekê li Silêmaniyê de kar dike û ji 2015`an ve di Kampa Barîka de dimîne."

Cemîl Diyab wiha domand: "Beriya derdora mehekê me ji hevsera wî bihîst ku ji hêla desthilata Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin. Tevî ku me parêze jê re eyar kir, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê serdanê qedexe dike û sedema girtin an jî tewana li dijî wî eşkere nakin."

Cemîl bang li tevahiya rêxistin û aliyên têkildar kir ku sedema girtinê, rewşa wî û tenduristiya wî nas bikin. Her wiha bang kir ku bihêlin parêzer pê re bi axivin û deteyên lêpirsînê bizanbin.

Di dawiyê de Cemîl got: "Di dema ku em banga yekitiya neteweyî dikin, hikumeta herêma Kurdistanê kurên me yên ku bi sedema kar û pêşxistina rewşa xwe ya jiyanî li wir dimînin digire."

(şx)

ANHA


Mijarên Din