Hikûmeta Sûrî derketina vîrûsa  Korona li herêmên wê înkar dike

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê idiya kir ku kesên ku ji ber vîrûsa Korona li herêmên din bin serweriya hikûmeta Sûriyê de gihîştine 113 kesî. Hikûmeta Sûriyê jî vê yekê red dike û tekez dike ku heta van kêliyan tu kes bi vê vîrûsê neketiye.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê li ser zimanê çavkaniyên tenduristî ji Şam, Humis, Laziqiye û Tertûs tekez kir ku hejmara kesên bi vîrûsa Korona ketine gihîştine 113 kesî,.

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê got: "Vîrûsa Korovan di nava hêzên girêdayî Îranê yên li bajarê Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê belav bûye. 6 kes ji Îranê di hucreya tenduristî de ne, 2 ji Iraqê ne û li ser wan diyar e ku ew bi vîrûsê ketine û ew di nexweşxaneya El-Zehra ya Îranê li bajêr de ne."

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku heta roja Îro tu kes bi vê vîrûsê neketine. Hemû lêkolînên li ser kesên ku dibe ku nexweş bin hatin çêkirin posîtîf bûn.

Hikûmeta Sûrî ji 15`ê Adarê de hemû zanîngeh, dibistan, peymangehên taybet û giştî sekinand heta 2`ê Nîsanê da ku li hember belavbûna vîrûsê bisekinin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kombûn qedexe kir, deriyê sînor, dibistan, peymangeh û zanîngeh sekinand ji bo vîrûsê.

(bx)


Mijarên Din