Hikûmeta Sûriyê ji ber vîrûsê deriyên bi Lubnanê re digire

Ji ber metirsyên belavbûna vîrûsa koronayê Wezareta Hundirîn a dewleta Sûriyê dê ji sibe derengî şevê deriyên sînor ên bi Lubnanê re bigire.

Wezareta Tendirustiyê ya dewleta Sûriyeyê îro diyar kir vîrûsa Koronayê li ser kesekî hate tespîtkirin.

Wezareta Hundirîn a dewleta Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ku tevgera çûn û hatina welatiyan ji bo Lubnanê ji êvara 23‘yê Adara 2020‘an ve heta demek ne diyar tê rawestandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev biryar erebeyên barhilgir di nav xwe de nagire û dê li navendên tenduristiyê yên li ser sînor test li ser ajokaran re werin çêkirin.

 


Mijarên Din