Hikûmeta Sûriyê ji ber vîrûsa Koronayê dibistan xistin betlane

Hikûmeta Sûriyê ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) ragihand ku wê 14’ê Adarê heta 2‘ê Nîsanê dibistan, zanîngeh û peymangeh bikevin betlaneyê.

Hikûmeta Sûriyê derbarê vê yekê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin : "Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li ser asta cîhanê û ji bo parastina tenduristiyan biryar hate dayîn ku zanîngeh, dibistan, peymangehên teknîkî yên giştî û taybetî yên hemî wezaret û saziyên têkildar ji 14‘ê Adarê heta 2‘ê Nîsanê dikevin betlaneyê. Her wiha ji bo paqijkirina yekîneyên xaniyên zanîngehê dê tedbîrên pêwîst werin girtin."

 


Mijarên Din