​​​​​​​Hikûmeta Wîfaq amadekariyên êrişên li ser baregeha El-Wetiye dike

Hikûmeta Wîfaq careke din dest bi komkirina çekdarên xwe kir da ku dest bi amadekariyên êrişê 3`emîn li ser baregeha El-Wetiya ya hewayî ya rojavayî welêt bikin.

Berpirsekî leşkerî ji saziya şopandinê ya girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê de got: "Hêzên Wîfaq hejmara xwe û sewqiyatên leşkerî  li herêmên nêzî baregeha hawayî zêde kir."

Berpirs wiha dewam kir: "Gelek kombûn li derdora herêmên Erkarîk û Heşane yên bajarê El-Cemîl, her wiha li aliyê El-Ecêlat û El-Eqrebiye yên 2 km nêzî baregeha El-Wetiye, hatin dîtin."

Berpirs tekez kir ku navenda baregehê ewle ye û di bin serweriya artêşa Lîbyayê de ye ku hemû tevgerên dijmin dişopîne, amade bersiva wê bide û destnîşan kir ku bûyerên ku di rojên derbasbûyî de çêbûn ew tenê destpêka şer in.

bx


Mijarên Din