‘Hikumeta Başûr bi bêdengiya xwe piştgiriya siyaseta Tirkiyê dike’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya bêdengiya xwe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji siyaseta dewleta dagirker re nîşan dide. Şêniyan ji partiyên siyasî xwest ku yekbûna refa kurdî çêkin ku ew tekane rêya sekinandina êrîşan e.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike, tê de hemû çekên giran û balafir bi kar anîn, ew yek di bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê de pêk tê. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji ANHA`yê re axivîn û diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê ji êrîşan, ku komkujiyan der heqê sivîlan de pêk bînin û wan bide koçberkirin.

Şêniyê bi navê Mistefa Şêxmûs got dewleta Tirk bi salan e êrîşî hêzên ku parastina şêniyan û şerê terorê dikin, dike. Dewleta Tirkiyê bi dijminatiya xwe ji gelê Kurd li hemû herêman tê naskirin. Şêxmûs xemginiya xwe ji bêdengiya Başûrê Kurdistanê anî ziman û got: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya bêdengiya xwe ji hemû komkujî û êrîşên li ser xaka wê çêdibe, piştgiriya xwe ji siyaseta dewleta Tirkiyê ya dagirker teqez dike."

Şêxmûs got: "Tekan e rêya sekinandina van êrîşan û sînoran ji dewletên ku şerê gelê Kurd bike, yekbûna gelê Kurd e û di berjewendiyên vî gelî de bifikirin, reva li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî şaş e."

Welatiyê bi navê Xalid Memo der barê mijarê de wiha got: "Ev çend roj e dewleta Tirk bi çekên giran û pêşketî êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, ev hemû li pêşiya çavê PDK`ê ku van êrîşan paşguh dike û alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike ji bo dagirkirina Başûr, pêk tîne. Em hemû dizanin dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze komkujiyan der heqê gelê li Başûr de bike û herêmê mîna Efrînê vala bike."

Memo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Eger partiyên kurdî bibûna yek, dê dewleta Tirk nikaribûya êrîşî herêmên me bikira, dem dema yekbûna gelê Kurd e."

(jo/kc)

ANHA


Mijarên Din