Hikumeta Cebel Tariq daxwaza DYA‘yê ya desteserkirina keştiya Îranê red kir

Hikumeta Cebel Tariq a herêma Îngîlîzan daxwaza DYA‘yê ya desteserkirina keştiya Îranê red kir.

Hikumeta Cebel Tariq daxwaza DYA’yê red kir û keştiya petrolê ya Îranê xwe amade dike ku ji nav sînorên ava Cebel Tariq derkeve. Hikumetê diyar kir ku ev zextên DYA’yê wê nikaribin li ser Yekîtiya Ewropayê were pêkanîn.

DYA dixwest di çarçoveya zextan de dest deyne ser keştiya petrolê ya Îranê.

Fermandariya Keştiyan a Îranê jî diyar kir ku ew amade ne, li Kendavê keştiyên petrolê yên Îranê biparêzin.

Rayedarên Cebel Tariq di 4’ê Tîrmehê de dest danîbûn ser keştiya petrolê ya Îranê ya bi navê Grace 1. Rayedarên Cebelîtarikê diyar kiribûn ku petrola di keştiyê de wê biçe ji rafînera Banyasê ya Sûriyeyê.


Mijarên Din