Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiv da Nesrullah

Berdevkê hikumeta Herêma Kurdistanê bi awayekî tund bersiva Hesen Nesrullah da û got “Gotinên Nesrullah rêbaza zarokan e.”

Berdevkê hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil têkildarî tawanbariya sekrterê giştî yê Hizbullaha Lûbnanê Hesen Nesrullah a li dijî serokê berê yê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxuyaniyek da.

Adil got: “Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe derxî, çima şer difiroşî neteweyekê ku tu pêwendiya wê bi te nîn e. Yê ku Hewlêr û Kurdistan ji gef û metirsiya DAIŞ`ê parastin, hêza pêşmerge bû, ne xelkekî din.”

Cotyar Adil xitabî Nesrullah kir û got: “Li şûna vê êrişa neheq, diviyabû ku berevaniyê li vê neteweya bindest bikî ku bi salan e rastî zilm û zordariyê tê.”

Adil wiha domand: “Ji me re ecêb tê ku tu bi dengekî lerzok û bi awayekî zarokane, êrişî Herêma Kurdistanê û rêberê neteweyekî dikî. Ev çend sal e te rengê rojê nedîtiye û te di jêrzemînan de xwe veşartiye, bêrêzî û sivikatiyê bi gelekî qehreman dikî.”


Mijarên Din