Hikumeta Hindistanê: Divê Enqere fêrî rêzgirtina serweriya dewletan be

Hikumeta Hindistanê ragihand ku ew destwerdanên dewleta Tirk di kar û barên xwe yên hundirîn de red dike, her wiha bang li Enqereyê kir fêrî rêzgirtina li serweriya dewletan be.

Nûnerê Hindistanê yê li NY’yê got welatî wî axaftina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li pêş Komeleya Giştî li ser rewşa Kaşmirê red dike, her wiha ev yek bi destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Hindistanê bi nav kir û got ku “divê Enqere fêrî rêzgirtina li serweriya dewletan be”.

Di raporên dezgehên çapemeniyê yên Hindistanê hat destnîşan kir ku dewleta Tirk êdî piştî Pakistanê di asta duyemîn de dijberiya Hindistanê dike, her wiha diyar kir ku hin delîl hene ku Enqere piştevaniya rêxistinên tundraw dike.

Çavkaniyan ji rojnameya Hindistan Times re daxuyand ku rêxistinên tundraw ên li wîlayeta Kerala ya başûrê rojava û li herêma Kaşmîr a bi Pakistanê re bi nakok e, piştevaniya xwe ji komên alîgirên serokkomarê Tirkiyê werdigirin.  

Rayedarekî hikumetê yê payebilind ji rojnameyê re got nirxandina hikumeta Delhiya Nû hat eşkerekirin ku êdî dewleta Tirk girêdayî çalakiyên dijberî Hindistanê ye û piştî Pakistanê di asta duyemîn de ye.

Rojnameyê ragihand ku hewldana Erdogan a firehkirina serweriya xwe li başûrê Asyayê di çarçoveya stratejîk a parastina îslamiyên li cîhanê ye, her wiha rûyê xwe yê Osmaniya Nû eşkere dike.

 (fr)


Mijarên Din