Hikumeta Iraqê bi zorê navendên hikumetê vekirin

Hikumeta Iraqê îro careke din berava Un El-Qesr vekir, piştî ku xwepêşandêran ew bi zorê girtibû. Her wiha tê payîn ku îro li hemû herêmên Iraqê xwepêşandan dewam bikin. 

Berpirsên li berava Um El-Qesr diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê careke din berava sereke ya welêt vekir, piştî ku bi zorê xwepêşandêrên ku rêya wê girtibû, derxistin.

Çavkaniyan ji ajansa Reutersê re diyar kir ku karmendan dikaribûn derbasî beravê ya nêzî El-Besîra bibin, lê çalakî hîna dest pê nekiriye.

Televîzyona El-Rafîdên a Iraqê ragihand ku 20 xwepêşandêr bi gule û bombeyên gazê yên hêzên hikumetê li nêzî pira El-Ehrar li Bexdayê birîndar bûn. Her wiha tê payîn ku îro xwepêşandan li hemû herêmên Iraqê pêk werin. Xwepêşandêr ji şeva çûyî ve li qada El-Tehrîr kom bûn da ku îro xwepêşandanê li dar bixin.

Şahidan ragihand ku duh gelek xwepêşandêr birîndar bûn, piştî hewldana hêzên ewlehiyê ku xwepêşandêran li nêzî pira El-Ehrar belav bike.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ragihand ku hemû rêyên li navendên petrolê, Xor El-Zibîr û boriyên Sefwan a sînor bi Kuwêtê re hatin vekirin.

(jo)


Mijarên Din