Hikumeta Îranê fermana valakirina 9 bajaran da

Hikumeta Îranê ji ber metirsiya lehiyên nû, fermana valakirina gelek gund û bajaran da .Heta niha nêzî hezar û 900 gund û bajarokan ji ber lehiyê zirar dîtiye.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji 19`ê Adarê ve baran dibare û lehî radibin. Heta niha gelek ziyan çêbûne. Hikumeta Îranê ji ber metirsiya ji lehiyê fermana valakirina gelek gund û  bajarên li başûrê rojavayê Îranê da. Heta niha 70 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku gelek niştecihên Soksikender ku hejmara wan nêzî 50 hezaran e û 5 bajarokên din ji herêma Xuzistanê, ber bi herêmên ewle ve têne birin.

Hakimê Xuzistanê Xulam Rîza Şerî ji televîzyona fermî re got fermana valakirina gund û bajaran hate dayîn, divê jin û zarok derkevin lê ji mêr û ciwanan xwest ku bimînin û alîkariya wan bikin.

70 kesî jiyana xwe ji dest da

Li gorî ajansa Komara Îslamî ya Îranî li ser zimanê serokê Saziya Alavên Awarte li welat Piyêr Kolîfand ku herî kêm 70 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye. Heta niha nêzî hezar û 900 gund û bajar ji ber lehiyê û barana zêde zarar dîtine.

Li gorî pêşbiniyên Saziya Hewanasiyê ya Îranê dê îro pêleke din a baranê dest pê bike. Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê herêmên bakur û navenda Îranê jî digire û heta sibê dê berdewam bike.


Mijarên Din