Hikumeta Rûsyayê xwepêşander girtin û YE`yê rexne kir

Hikumeta Rûsyayê derdora hezar û 400 kesên ku li Moskovê kom bûn da ku daxwaza hilbijartinên azad bikin, girtin û YE`yê ev yek şermezar kir û ew mîna tevgereke şaş ji azadiya ramanî re bi nav kir.

Derdora 3 hezar û 500 kesên rûsî beşdarî meşa roja şemiyê bûn. Meş ji bo şermezarkirina hikumetê ku qedexerkirina berbijêrin ji opozîsyonê ku beşdarî hilbijartinên herêmî li Moskovê bibin, pêk hat.

Meşvanan piştî hefteyekê ji xwepêşandan ku tê de 22 hezar kes beşdar bûn, daxwaza guhertina biryaran beriya hilbijartinan kir.

Li gorî nûçegihanên AFP`ê ragihand, polîsan li dijî xwepêşandêrên ku hewl dan li derveyî navenda şaredariyê kom bibin, ço bi kar anîn û birîndar kirin.

Hin berbijêrin ku ji hilbijartinan hatin derxistin, beriya kombûnê û di kombûnê de girtin, di nav de Ilya Yashin ku banga xwepêşandaneke din di dawiya hefteya bê de kir.

Rêxistina "Or DV-Enfo" ku xwepêşandanan dişopîne, diyar kir ku hezar û 373 kes hatine girtin. Her wiha got mezintirîn hejmar e ku ji destpêka xwepêşandinên mezin di 2012`yan de ye.

Tê payîn ku hibijartinên meclisa parlamentoya Moskovê ku 45 kursî tê de hene, di îlona bê de  bên lidarxistin ku partiya alîgirê Kremlînê wê kontrol dike.

Berbijêrin vê partiyê desteka Kremlînê digirin, lê berbijêrin serbixwe neçar man di gelek pêvajoyan re derbas bibin da ku bikarin xwe di hilbijartinên bajêr de nîşan bidin.

Der barê mijarê de Yekitiya Ewropayê (YE) di daxuyaniyekê de şevê din, girtina  zêdetirî hezar kesî di xwepêşanan de rexne kir.

Berdevka wezîra karên derve ya Ewropaym Federica Mogherini wiha got: "Ev girtin li dijî xwepêşandêran careke din tevgera şaş ji azadiya nêrînan û lidarxistina civînan re diyar dike."

Her wiha berdevka Wezîrata Karên Derve ya YE`yê di daxuyaniyê de wiha axivî: "Ev mafên sereke di destûra Rûsyayê de ne û em li benda parastina wê ne."

Berdevkê got YE`yê îşaretê bi peydakirina rewşên guncaw ji bo hêzên siyasî di hilbijartinên herêmî yên di Îlonê bên lidarxistin, kir.

(jo)


Mijarên Din