Hikumeta Şamê dorpêça li ser koçberên Efrînê li Şehbayê girantir kir

Hikumeta Şamê careke din tevahiya derî û rêyên ku digihêjin kantona Şehbayê girtin. Bi ferzkirina dorpêçeke tengav û rêgirtina li pêşiya derbasbûna madeyên bingehîn ji herêmê re, siyasetên xwe yên dijminahî li dijî efrîniyan didomîne.

Hikumeta Şamê bi rêya ferzkirina dorpêçeke tengav li ser kantona Şehbayê siyaseta tengavkirina koçberên Efrînê didomîne û nahêle madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin.

Kantona Şehbayê li gundewarê bakurê Helebê ye. Gelek gundên girêdayî herêmên Bab û Ezazê niha girêdayî wê ne. Derdora 10 km ji navenda parêzgeha Helebê dûr e. Tenê bi 2 rêyan yek li navçeya Şêrawa û yek li navçeya Ehdas bi Helebê ve girêdayî ye.

Li ser rêya di navbera bajarê Heleb û kantona Şehbayê de, bi dehan bendên kontrolê yên hikumeta Şamê û saziyên ewlehiyê hene. Jê bendên kontrolê yên Firqa Rabia (tugaya çaremîn) ya girêdayî Mahêr El-Esed- Heres Cimhurî (pasevanên komarperest)-bendên hevbeş ên hêzên ewlehiya dewletê û istixbarata asmanî û ewlehiya leşkerî.

Bi sed hezaran koçberên Efrînê li gundên kantona Şehbayê, li navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî û di nava 5 kampan de (Kampa Berxwedan li navçeya Fafînê, Kampa Efrîn li navçeya Ehdas, Kampa Serdem li gundê Til Sûsin û kampên Veger û Şehba li navçeya Şêrawayê) dimînin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kir û şêniyên wê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûn, 6 gundên navçeya Şêrawayê di nava dorpêçeke tengav de man. Ji aliyê rojava ve, gundên ku artêşa Tirk a dagir kirine hene û ji aliyê rojhilat ve bajarokên Nubul û Zehra yê Şîî hene. Hêzên hikumeta Şamê jî ji destpêka aloziya Sûriyê ve van her du bajarokan kontrol dike.

Her 6 gundên dorpêçkirî ev in Meyase, Zirnaatê, Birc Qas, Kilûte, Gundê Mezin û Başemra.

Hikumeta Şamê ji dema ku efrînî li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê bi cih bûne yanî ji 18`ê Adara 2018`an ve, siyaseteke bi zanabûn dimeşîne da ku vîna efrîniyan bişkîne. Ji bo wê gelek rêbazan bi kar tîne. Dorpêçeke tengav li herêmê ferz diken, nahêle sotemenî, madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê derbasî herêmê bibe. Bi zanabûn ard, sotemenî, pirtûkên xwendinê yên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine şandin, desteser kirin.

Hikumeta Şamê duşemê careke din rêyên ber bi Şehbayê ve girtin û nehişt ku alîkarî derbasî herêmê bibe.

Saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê bi rêya hêsankirina derbasbûna şêniyan ber bi bajarê Helebê û herêmên din ve, hewl dide fîtneyê di navbera şêniyên Şehbayê û koçberên ji Efrînê derxe. Hêzên hikumetê li ser nasnameyê şêniyan derbasî Helebê dike. Heke nasname li ser Efrînê be şênî nikarin derbasî Efrînê bibin.

Saziyên ewlehiyê dem demê bi zanabûn koçberên ji Efrînê yên ku li Helebê dimînin bi hinceta dan û standina bi rêveberiya xweser re bê cudahî di navbera jinan û mêran de digirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê li ser sahrîcên sotemenî yan jî erebeyên dermanan û madeyên din baçên ku digihêjin 8 milyon lîreyên Sûriyê ferz dike. Tevî ku tê zanîn,  Meclisa Kantona Efrînê di zivistanê de sotemenî û derman bê pere li koçberan û şêniyên Şehbayê belav dike.

Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî alîkariya koçberên ji Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin dike û pêdiviyên rojane ji wan re pêşkêş dike. Lê li gel şert û mercên dorpêça tengav a li ser herêmê ev alîkarî têra pêwîstiya şêniyan nake. Her wiha ji ber dorpêçê jî nirxa madeyan buha bûn.

Li rex wan xebatan, Desteya Şaredariyan kehrebe bê pere li tevahiya gund û navçeyên kantona Şehbayê belav dike. Lê ji dema girankirina dorpêçê desteyê ji ber kêmbûna sotemenî saetên dayîna kehrebeyê kêm kirin.

Ji ber wan siyasetên hikumeta Şamê û dorpêça ku li herêmê ferz dike, li gel zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê, li navendên tenduristiyê jî gelek cureyên dermanan tune ne.

Tevî rewşa koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ya dijwar, lê rêxistinên mirovî bi taybet rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî yên din mîna temaşeker li vê siyasetên hikumeta Şamê û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku rojane sivîlan li gundên ku koçberên Efrînê lê dimînin, armanc dikin, dinêrin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din