Hikumeta Şamê gefan li malbata wî dixwe…Çîroka kesê revandî Mihemed Elo

8 sal e çarenûsa Mihemed Elo ne diyar e ku ji aliyê milîsên Parastina Nîştimanî (Dîfa El-Wetenî) ve li Laziqiyê hate girtin. Malbata wî li ser hêviya dîtina wî jiyana xwe didomîne. Birayê wî piştrast dike ku hêzên hikumeta Şamê gef li wan xwarine ku êdî li dû wî negerin.

Piştî ku aloziya Sûriyê veguherî aloziyeke çekdarî, bûyerên revandinê û girtinê yên hovane ji aliyê komên alîgirên hikumeta Şamê ve bêyî hebûna tawanên diyar û sedema girtinê, zêde bûn.

Piraniya bûyerên revandin û girtinê bêyî muzakereyên fermî pêk dihatin, ev yek jî li dijî destûra Sûriyê û qanûnên navneteweyî ye.

Armanca piraniya wan bûyeran jî ku di salên şer de ji hêla komên alîgirên hikumeta Şamê ve pêk dihatin, bidestxistina pereyan bû anku girtina ruşwetê ji malbatên girtiyan bû. Wan koman an rasterast pere dixwestin an jî bi rêya simsaran û navbeynkaran.

Mihemed Elo di 1981`an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye. Di 05.09.2013`an de ji hêla koma Dîfa El-Wetenî ve li herêma pîşeyî ya bajarê Lazîqiye bêyî tawaneke diyar û bêyî muzekereyeke fermî hat girtin.

Hikumeta Şamê bi navê vê komê anku milîsên Dîfa El-Wetenî gelek sûc li dijî gelê Sûriyê pêk anîn. Tê îdiakirin ku ev kom berpirsa gelek komkujiyan û girtinên hovane ye. Sala 2004`an hatiye avakirin û bi destpêkirina aloziya Sûriyê ya 2011`an jî çalaktir bûye.   

MIHEMED ELO ÇAWA HAT GIRTIN?

Mihemed Elo di barkirina kel û pelan de bi rêya kamyona xwe ji deverên herêma Cizîrê kar dikir. Bi destpêkirina aloziyê re tevî komek hevalên xwe diçe Lazîqiyê ji bo ku kar bike.

Mihemed Elo dema li Laziqiyê bû, gelek caran diçe Bexdayê û vedigere Sûriyê. Piştre biryar dide ku kamyona xwe li herêma pîşeyî ya li Lazîqiyê sererast bike. Ji bo wê kamyona xwe li çerxerêyê bi cih kir û tê de xew kir û li benda dora xwe ma.

Ehmed Elo birayê Mihemed Elo piştî ku agahî ji birayê wî qut dibin, dest bi lêgerînê kir. Ehmed bi bîr xist ku nobetdarê herêma pîşeyî jê re gotiye: “Milîsên Dîfa El-Wetenî cama kamyonê şikandiye û Mihemed neçar kiriye ku ji kamyonê peya bibe. Wan ji Mihemed xwestiye ku hinek kel û pelan ji bo wan bar bike. Mihemed jî bersiv daye û gotiye bila roja din be, lê milîsan bi zorê ew birin.”

RÊWÎTIYA LÊGERÎNÊ

Piştî ku agahî ji Mihemed qut dibe, birayê wî Ehmed diçe Laziqiyê da ku cih û sedema ji ber wê hatiye girtin bizanibe. Ehmed wiha axivî: “Me li hemû deriyan xist. Heta simsaran. Me derdora hezar dolarî jî da lê bê fêde bûn.”

Simsaran jî piştî ku pere bi dest xistin, qeyb dibûn da ku malbata Mihemed bixapînin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî dest danî ser kamyona Mihemed.

Ehmed wiha domand: “Simsaran carekê digotin Mihemed bi tawana hevkariya bi Rêveberiya Xweser re beriya ku li Lazîqiyeyê kar bike, hatiye girtin. careke din jî digotin ji bo xizmeta welêt hatiye girtin. Yanî divê xwediyên kamyonan bê pere xizmeta alîgirên hikumeta Şamê bikin.”

‘MIHEMED LI KU YE?`

Ehmed Elo dibêje hinek simsaran got Mihemed li girtîgeha Sidnayayê ye û ji bo wê gelek caran hewl dane serdana girtîgehê bikin lê destûr ji wan re nehat dayîn.

Her wiha Ehmed Elo destnîşan kir ku navê birayê wî di raporeke girêdayî girtiyên siyasî de ku li ser kanala Sky Newsê hat weşandin, dîtiye.

Girtîgeha Sidnaya girtîgehek leşkerî ye û li gundewarên paytexta Şamê ye. Tê de girtiyên siyasî, girtiyên koma Îxwan Muslimîn û siyasetmedarên islamî hene.

Li gorî daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2017`an derdora 5 hezar û 13 hezar kes bê dadgehkirin li girtîgeha Sidnayayê hatine darvekirin.

Hêzên ewlekariya siyasî ya Hesekê beriya çend mehan gazî Ehmed Elo kir. Ehmed ji ber tirsa girtinê, sedema wê negot. Her wiha hêzên ewlekariya siyasî ya Qamişloyê gazî birayê din Ferîd Elo kir û jê re got: “Divê hûn li dû birayê xwe negerin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din