​​​​​​​Hikumeta Şamê li Şehbayê propagandaya madeyên hişbir hêsan dike

Propaganda û belavkirina madeyên hişbirê di nav civakan de, yek ji rêbazên şerê taybet e ku dijmin li dijî ciwanan pêk tîne. Ji bo têkbirina berxwedana şêniyan û koçberên li Şehbayê hikumeta Şamê belavkirina van madeyan hêsan dike.

Hêzên ku kantona Şehbayê dorpêç kirine, ji her alî ve hewl didin ku li ciwanan bidin. Ji bo wê jî şêwazên şerê taybet û teşwîqkirina madeyên hişbir di nav civakê de û bi taybetî di nav ciwanan de bi kar tîne, ji bo wan ji doz û prensîbên wan ê bingehîn, dûr bixe.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, ji ber ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê çavdêriyê nakin yan jî bazirganên wê nagirin, ev karê wan hêsantir dike.

Diyardeya bikaranîna madeyên hişbirê li kantona Şehbayê di nav ciwanan de, dikeve rêza şerê taybet ê sîstematîk ku ji aliyê hikumeta Şamê û komên girêdayî Hizbullahê Lubnanî ve tê kirin.

Herêmên hikumeta Şamê ku di bin kontrola komên girêdayî Îranê de ne, çavkaniya madeyên hişbirê ne.

Li gorî çavkaniyên taybet, bajarokên Nibul û El Zehra ku 15 kîlometre li bakur rojavayê Helebê ne, du çavkaniyên sereke yên belavkirina madeyên hişbir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hin çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirin ku ev made ji Lubnanê tê, ji aliyê komên Hizbullahê ve li ser sînorê Lubnan-Sûriyê, derbasî axa Sûriyê dibe. Paşê li bajarokê Seyde Zeyneb ê başûrê Şamê radiweste. Li wir sê kargehên ji bo hilberandina hebên hişbirê hene ku hikumeta Şamê ruxset daniyê. Piştre ev made derbasî bajarê Helebê dibe û paşê bajarokê Nibul û El Zehra. Ji wir jî derbasî kantona Şehbayê û piştre derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, ji bajarê Minbicê heya bi bajarê Dêrikê.

Hêjayî gotinê ye ku hemû bazirganên madeyên hişbirê yên li bakurê Sûriyê, ji bajarokên Nibul û Zehra ne. Madeyên hişbirê bi hêsanî derbasî kantona Şehbayê dibin, ji ber ku xalên kontrolê yên hikumeta Şamê wan kontrol nakin. Ji wir qaçaxiya ber bi Minbicê ve dest pê dike û li bajarên din berdewam dike.

Xelkê bajarokê Nibul û Zehra yan jî endamên hêzên hikumeta Şamê û heta kesên li Şehbayê hene bazirganiya van madeyan dikin û wan difroşin şêniyan bi taybet ciwanan.

CUREYÊN KU PROPAGANDAYA WAN LI ŞAHBAYÊ TÊ KIRIN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, cureyên hebên ku li Şehbayê tên belavkirin ev in; Hexazole, captagon, biogabalin, Tramadol, Zolam, Nidol, hevir û heşîş.

Ji bo zêdekirina belavbûna madeyên hişbir di nav ciwanan de, ew bi buhayekî erzan tên firotin.

Ev nîşan li ser kesên ku madeyên hişbir distînin xuya dibin; windakirina hiş, depresyon, ziwabûn, nîşanên reş li dor çavan, tansiyona bilind, bêhêzbûn, serêşî.

Pirsgirêkeke din di dema hewldana rêgirtina li ber bikaranîna madeyê hişbir derdikeve holê, ew jî nebûna navendên tenduristiyê ji bo dermankirinê yan jî bijîşkên pispor ku wan kesan derman bikin li herêmê tune ne. Danûstandin bi awayekî rast bi vê mijarê re nayê kirin, kesê van madeyan distîne jî bê derman dimîne.

(hs)

ANHA


Mijarên Din