Hikumeta Sûriyê ji ber Koronayê biryar da

Hikumeta Sûriyê ji ber vîrûsa Korona (COVID-19) gelek biryar da. Di nava de  rêwîtî û serdanên bi dewletên cîran re ( Iraq û Urdinê) heya mehekê û bi dewletên ku ji ber vîrûsa Koronayê rewşa awarte ragihandine heya du mehan rawestandin.

Parlamantoya Sûriyê di civîna xwe ya heftane de roja Yekşemê biryar da ku der heqê kesên ji wan dewletan tên heya 14 rojna girtekên tenduristiyê yên pêwîst bigire.

Parlamantoyê, wezartên ragihandin û tenduristî erkdar kir ku plansaziyek çapemenî girêdayî rêbazên parastinê ji vîrûsê amade bikin. Her wiha wezaretên Perwerdeya Bilind û Fêrikirinê bi wezaret û aliyên hundirîn û derve re koordîne bikin da ku girtekên parastinê li dibistan û zanîngehan bigirin.

Parlamantoyê, her wiha biryara rawestandina tevahiya şandeyên fermî yê taybet ji bo dewreyên perwerdeyê yan jî çalakiyên derve da.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî vîrûsê deriyê sînor ê Sêmalka yê bi Başûrê Kurdistanê re girt û ji bo rewşên awarte roja Sêşemê veqetand.

Vîrûsa Korona li dewletên cîhanê belav dibe. Herî zêde li Îran û Çîn e. Ji ber wê gelek dewletan serdan û rêwîtî tevî perwerde rawestandine.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din