Hikumeta Sûriyê ji ber vîrûsa koronayê hilbijartin paşde xistin

Hikumeta Sûriyê ji ber metirsiyên vîrûsa koronayê paşdexistina hilbijratinên parlamantoya Sûriyê ya ku dihat payîn di 13`ê Nîsanê de heya 20`ê Gulanê lidar ketina, ragihand.

Rûpela serokatiya Sûriyê li ser Facebookê bibîr xist ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed biryayek bi hejmar 86 a sala 2020`an daye û li gorî wê hilbijratinên parlamantoya Sûriyê tên paşdexistin.

SOHR îdia kir ku hejmara haletên ku bi vîrûsa korona ketine li herêmên hikumeta Sûriyê gihaştine 113. Hikumeta Sûriyê ji aliyê xwe ve ew îdia derewand û teqez kir ku heta niha tu halet tune ne.

Hikumeta Sûriyê wek girtek li hember belavûna vîrûsa korona dewama zanîngeh, paymengahn û dibistanên giştî û taybet ji dîroka 14-3-2020`an heya 2-4-2020`an taloq kirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina kombûn, girtina deriyên sînor, rawestandina dibistan, paymengeh û zanîngehan dabû, wek tedbîrek hişyariyê li hember vîrûsa korona.

(şx)


Mijarên Din