Hikumeta Tirk dixwaze penaberekî Kurd radestî Îranê bike

Li gorî agahiyan hikumeta Tirk dixwaze penaberê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Efşîn Suhrab ku li Tirkiyê ye, radestî rejîma Îranê bike. Efşîn got heke radestî Îranê bê kirin ew ê bê darvekirin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê metirsî li ser jiyana penaberê Kurd ê bi navê Efşîn Suhrabzade hene ku nêzî çend sal in penaberî Tirkiyê bûye. Çavkanî ragihand ku hikumeta Tirk dixwaze Suhrabzade radestî Îranê bike.

Li gorî nûçeyê, penaberê Kurd Efşîn Suhrabzade di 5’ê Nîsana 2021’an ji ber sedemeke nediyar ji aliyê polîsên Tirk ve, li bajarê Kayserî yê Tirkiyê hatiye destgîrkirin. Tê gotin penaberê Kurd şandine kampekê û dê ji wir jî radestî rejîma Îranê bê kirin.

Heman çavkanî ragihand ku penaberê Kurd bi rêya telefonê dengê xwe tomar kiriye û şandiye. Suhrabzade di peyama xwe ya deng de, bang li hemû navendên mafê mirovan kiriye da ku alîkariya wî bikin. Her wiha Efşîn Suhrabzade ragihandiye ku ger dewleta Tirk wî radestî Îranê bikin, ew ê were darvekirin.

Suhrabzade di peyama xwe de dibêje: “Ji min xwestin ez belgeyekê îmze bikim, lê min îmze nekiriye. Polîsên Tirk li min dan û niha ez niha Navenda Vegerandinê (GGM) di nava şert û mercên xirab de dijîm. Ez di odeyeke yekkesî de têm ragirtin.”

Penaberê Kurd Efşîn Suhrabzade 31 salî ye û ji Kirmaşanê ye. Suhrabzade di sala 2009’an de li Îranê hatibû girtin û 29 ceza lê hatibû birîn. Piştî wê neçar ma ji welat derkeve û çûbû Tirkiyê.

(cx)


Mijarên Din