​​​​​​​‘Hikumeta Wîfaqê ne rewa ye’

Endamê Parlementoya Lîbyayê Ebû Bekir El-Xezalî got: “Hikumeta Wîfaqê ne rewa ye. Ji ber artêşa Tirk û çete, ji bo dagirkirina herêmên petrolê anîn herêmê. Bi heman şêweyî gefa li dewletên din ên Ereb dixwe, bi taybet jî li Misrê.”

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan hîn jî destwerdana karû barê Lîbyayê dike û agirbestê bi vekişîna artêşa niştimî ya Lîbyayê ji Sirte û Cefrayê ve girê dide.”

Tirkiye hîn jî îdea dike ku şandina çeteyan û terorîstan ji bo Lîbyayê rewa ye.

Têlildarî mijarê endamê parlamantoya Lîbyayê yê bajarê Sirte Ebû Bekir El-Xezalî ji ANHA’yê re axivî.

El- Xezalî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di rastiya xwe de hikumeta Wîfaqê bi hevpeymaneke nerewa re derket holê. Bi gotineke din hikumeteke fahişt a siyasî ye, heta mirov dikare gelek têgehên din ku li rastiya wê tenê barkirin lê bike. Ji ber hikumeteke xerab e û kesê van kiryaran pêk tînin jî mirov dikare weke kesên xirab binav bike.”

El- Xezalî derbarê şaştiyên ku hikumeta Wîfaq dike wiha axivî: “Milîs û komên çeteyan di destê hikumeta Wîfaqê de ne. Ji ber wê dagirker û çete anîn, li dilê welat û li pişta umeta Erebî xist. Heta ku rewabûna wê jî hebe, wextê bi van kiryaran radibe û xiyanetê li umetê û welat dike rewabûna xwe winda dike. Îca ku ne bi awayekî qanûnî ava bûye, ew ê çawa be?”

El- Xezalî girêdayî tevgera Tirkiyê ya li Lîbyayê wiha got: “Hikumeta Wîfaqê ne rewa ye, ji bo li ser hesabên welatê Ereban xewna kalikên xwe yên Osmanî dubare bike çeteyan ji her derê tîne û çavên wê li petrol û Misirê ye, lê belê bi ser nekeve.”

El- Xezalî di dawiya xwe de girêdayî rûnişta parlementoya erebî li Misirê wiha anî ziman: “Rûniştina parlementoya erebî ya Misirê dîrokî ye. Tê de rihê netewiyetê û erebiyetê xwe nû dike. Misirê ji hestên xwe yên erebiyetê û netewiyetê alîkariya Lîbyayê kir. Gotina Misirê li ser zimanê serokkomarê Misirê û damezrînera wê ya di parlamantoya Misirê de gotineke û dengê xwe dan destwerdana Misirê ji Lîbyayê re.”

(eh)


Mijarên Din