Hikumeta Yemenê:Li Hudeydiyê 2 hezar 439 kuştî û birîndar heye

Hikumeta Yemenê, bi raporekê eşkere kir ku 2 hezar û 439 sivîl û leşkerên li parêzgeha El-Hideyda ku dikeve rojavayê Yemenê hatine kuştin û birîndar bûne.

 Kenala El-Erebiyê ragihand ku rapor ji aliyê tîmên çavdêriyê yên girêdayî hêzên hikumetê yên li El-Hudeydiyê hatiye ragihandin û li gorî raporê, Husiyan derbarê pêkanîna 6 hezar û 274 binpêkirinên li bajarê El-Hudeydiyê û başûrê bejahiya wê, tewanbar kir. Tê zanîn ku ev hejmar ji dema pêkanîna girêbestê de ye.

Li gorî raporê, di encama binpêkirinên Husiyan de, 961 sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha 212 leşkerî hatin kuştin û hezar û 266 din jî birîndar in.

Her wiha li gorî raporê, 38 mal di dema topbarana Husiyan hatin wêrankirin, her wiha 17 avahî û saziyên sivîl ên hikumetê û yên taybet zerar dîtine.

Hêjayî bibîrxistinê ku bendera El-Hudeydiyê, noqteyeke sereke ya derbasbûna dexlin Yemenê û alîkariya mirovahî ye.

(eh)


Mijarên Din