Hilberîna herêmî buhayê sebzeyan ji sedî 65 kêm kir

Hilberîna herêmî buhayê sebzeyan di nav sûkên Reqayê de bi rêjeyên balkêş kêm kir, tevî pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û geşepêdana aborî bi rêya derxistina sebzeyan ji deverên cîran re.

Çandiniya serbzeyên havînê li Reqayê ji mewsimên herî baş ji şêniyan re tê hesibandin. Ev çandinî qûteke baş ji cotkaran re peyda dike, tevî ku rêgeza xwetêrkirinê ji sebzeyan pêk tîne. Hilberîna zêde ji derveyî herêmê re tê şandin.

Axa Reqayê ji axên herêmê yên herî berhemdar e. Tê de cureyên cuda yên hilberînan tên çandin bi taybet zeviyên nêzî beravên çemê Firatê. Qûm û sistbûna axê rolekê di çandina berhemên cuda de dilîze.

Ji bo şêniyên Reqayê çandina sebzeyên havînê gelekî girîng e ji ber ku bi rêjeya ji sedî 30 debara xwe jê peyda dikin, li rex çandina berhemên din.

Çandina sebzeyên havînê di meha Sibatê de dest pê dike, piştre şitilên sebzeyan di destpêka meha Adarê de di nav axê de têne çandin. Piştî mehek û nîv êdî berhem didin.

Piştî xebatên 4 mehan, cotkar dest bi berhevkirina hilberînên sebzeyan dikin û dişînin sûkên herêmê. Ew jî bi awayekî mezin bi rêjeyekê ku digihîje ji sedî 65 rolekê di kêmkirina nirxa sebzeyan di nav sûkan de lîst.

Bi hebûna sebzeyên herêmî di nav sûkan de, nirxa (buha) kîloya bacanên sor ji 400’î daket 175 lîreyên Sûriyê, xiyar ji 250’î daket 50 lîreyan, kûsa ji 200’î daket 30 lîreyan û bacanên reş ji 350’yî daket 250 lîreyên Sûriyê.

Tê texmînkirin ku ev nirx di rojên pêşiya me de bêtir kêm bibe, lê cotkar ji ber wê bi guman in ku dibe zirar bigihîje wan eger nirx bêtir kêm bibin.

Cotkarên bajarokê El-Kesrat ê gundewarên başûrê Reqayê Hisên El-Ebid û Salih Hatêm tekez kirin ku belavkirina hilberîna herêmî ji sebzeyan di nav sûkan de hişt ku nirxa sebzeyan bi awayekî balkêş kêm bibe.

Her du cotkaran destnîşan kir ku sebzeyên ku li Reqayê têne çandin baş in ji ber ku xwezayî ne û ji derve nehatine. Ev sebze tu madeyên kîmyewî tê de tune ne, ji ber wê çêja wan cuda ye û daxwaz li ser pir e. Lê her du cotkar ji ber kêmbûna nirxa sebzeyan ji astên ji niha nizmtir bi guman in ku dê bibe sedema zirara wan.

Rola jinan di çandina sebzeyan de

Jinan roleke girîng û sereke di çandina sebzeyan de lîst. Ji ber ku bi saya wê çandinî bi rêjeyeke mezin bi ser dikeve.

Jin ji destpêka prosesa çandina şitilan heya çinînê ya herî zêde di nav zeviyan de dixebite. Xezna El-Elî ya ku di nav zeviya xwe de dixebite got: "Jin roleke mezin di çandina sebzeyan de dilîzin, ji ber ku mîna ku zarokên xwe mezin dikin, heman eleqedariyê ji çandiniyê re nîşan didin."

Xezna wiha domand: "Bi rêya karê xwe ez tevî hevserê xwe qûta malbatê peyda dikim. Em kar û her tişt di nav hev du de parve dikin û bi hev re kar dikin. Jin bingeha mal û çandiniyê ye."

Piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ`ê, Reqa ji gelek aliyan ve bi taybet di warê çandiniyê de bi awayekî berbiçav geş bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din