Hilberîna herêmî rolek di kêmkirina nirxa sezbeyan de lîst

Nirxa sebzeyan li navçeya Tirbespiyê bi awayekî balkêş kêm bûye û kîloya bacanên sor li şûna 350 leyreyên sûrî bû 200 lereyên sûrî, xiyar li şûna 250 lereyên sûrî, bû 70 lereyên sûrî.

Navçeya Tirbespiyê yek ji navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herî berhemdarê sezbeyên havînê ye. Çandinî  li navçeyê piştî desteka aliyên têkildar pêşket û bû jêderek sereke ji hilberîna sebzeyan a herêmî.

Cotakrên navçeyê ji çend rojan ve hilberîna herêmî ya sebzeyên havînê rakirin sûkan. Ji ber wê nirxa sebzeyan bi awayekî balkêş kêm bû. Kîloya bacansorê ji 350 lîreyan daket 200, xiyar ji 250 lîreyan daket 70 û kûse(kondir) ji 250 lîreyan daket 100 lîreyên Sûriyê.

Xwediyên dikanê sebzeyan ê navçeya Tirbespiyê Nezîr Osman diyar kir ku ji ber hilberîna herêmê nirxa sebzeyan kêm bû, ji ber wê şênî wê tercîh dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Xelîl destnîşan kir ku nirxa sebzeyan ji çend rojan ve li gorî hefteyên destpêka Remezanê kêm bûye û got: "Kîloya xiyar niha bûye 70 û kûsa bûye 100 lîreyên Sûriyê."

Cotkarên navçeya Tirbespiyê îsal derdora 2 hezar donim ji zebseyên hevînê mîna bacanasor, xiyar, kûse, petat û bacanareş çandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din