Hilberînerên Helebê biryar dan ku kelûpelên Tirkiyê li sûkan qut bikin

Yekitiya Hilberîneran a Helebê îro biryar dan ku kelûpelên Tirkiyê li sûkan qut bikin.

Bi dirûşmeya "Nirxê guleyên ku zarokên me dikujin nedin.. bi hev re kelûpelên Tirkiyê qut bikin" îro Yekitiya Hilberîneran li Helebê derbarê qutkirina kelûpelên Tirkiyê li sûkan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya ku li sûka çilan li aliyê rojhilatê taxê hatiye dayîn, bi dehan hilberînerên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têde amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyan a Yekitiya Hilberîneran a Helebê Farûq Ereb hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek Yekitiya Hilberîneran a Helebê bi tundî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ev êrîş rûyê rast ê terorê û kesên desteka wan dikin diyar dike, ew jî êrîşên herî hovan e ku hikumeta Osmaniyan derheqê gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Ji ber xwîna şêniyên me temenê wê tune ye û ji kelûpelên wan buhatir e, bi hev re parastina pêşeroja ciwanên xwe bikin, lê em nirxê guleyên wan nadin, em wek Yekitiya Hilberîneran me biryar da ku em kelûpelên Tirkiyê qedexe bikin û bang li hemû şêniyan dikin ku van kelûpelan qut bikin.

Ev kelûpelên ku em tînin sûkên xwe, em nirxê guleyên wê ku zarok û şêniyên me pê dikujin didin, her wiha em alîkariya aboriya êrîşa Tirkiyê dikin.

Ji ber vê yekê em wek Yekitiya Hilberîneran a Helebê şerê her kesê zarok û ciwanên me dikujin û xaka me dagir bikin, dikin .

Biryar ji dema derketina vê daxuyaniyê dikeve meryetê. Her kesê vê biryarê binpê bike dê rastî tedbîrên pêwîst ji aliyê aliyên rêveber were."

(jo)

ANHA


Mijarên Din