Hilbijartina Cezayîrê dê 4`ê Tîrmehê pêk were

Serokê Cezayirê yê demkî Ebdulqadir Bin Salih bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di  roja 4`ê Tîrmehê de hilbijartina ji bo serokatiyê pêk were.

Di daxuyaniya serokatiyê de ku dazgehên çapemeniyê yên fermî ragihandine ev tişt hatin gotin: “Serokê dewletê Ebdulqadir Bin Salih di dîroka 9`ê Nîsana 2019`an de roja ku hate li ser kar, belgeya fermî ya ku roja 4`ê Tîrmehê wek roja hilbijartinan diyar dike mohr kir.”

Bin Salh roja Sêşemê di axaftina xwe ya yekemîn de piştî ku erka serokatiya welêt bi awayekî demkî girt,lidarxistina hilbijartinên azad teqez kir.

Xwepêşendarên Cezayirê hilbijratina parleman Bin Salih da ku welêt birêbibe red kirin. Bin Salih got artêşa welêt destûr wek riyek ji bo derketina ji aloziyê bijartiye.

Bin Salih got ew ê desteyek niştîmanî giştî ava bike û erka amadekirina şertên hilbijartinê bide wê û soza pêşkêşkirina tevhiya riyên ku dê destbi erkên xwe bi azadî rabe da.


Mijarên Din