Hilbijartinên Îranê…Gelo dê muhafizkar sûd ji nakokiya bi DYA‘yê bigirin?

Îranî îro nûnerên xwe yên Meclisa Şêwirî ya Îslamî (Perlaman) hildibijêrin. Ev lihbijartin di demekê de ku li welat aloziyek aborî heye ku bi cezayên Amerîkayê bandor bûye û xwepêşendanên gel têne kirin.

Hilbijratinên Îranê li gel aloziyeke aborî bi giranbûna hemleya cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê pêk tîn. Ev hilbijratin gelek girîng in ji ber ku piştî xwepêşendanên mezin ên li welêt ên ji ber bilindbûna bihayên sotemenî pêk hatine li dar dikevin. Cezayên Amerîkayê li dijî Îranê gihaşt asta ku fermandarê Tugeya El-Quds a Îranê Qasim Suleymanî bike hedef.

Di sala 2016`an de mîna van hilbijratinan pêk hatin. Tê de hevbendiya ku ji reformxwazan û kesên nerm ên alîgirên serok Hesen Rohanî pêk dihat li hember muhafizkarên ku meclisê ji 2004`an ve kontrol dikin, bi ser ketin.

Ji ber pêkhatina lihevkirina nuklerî di navbera Îran û dewletên rojavayî de di destpêka 2016`an de Rohanî hinek pêşketin bidest xist. Hêviyên xurtkirina têkiliyan Îranê bi civaka navneteweyî re û rakirina cezayên ku li ser hatine ferzkirin geş bû, di encamê de aboriya Îranê bi pêşket.

Lê vê carê rewş cuda ye. Piştî vekişîna serokê Amerîkayê Donald Trump ji lihevkirina nuklerî, ew hêvî berbelav bûn. Her wiha hêviyên îraniyan ji bo bidawîbûna cezayên aborî tune bûn, nemaza piştî qetilkirina Qasim Suleymanî. Muhafizkar wê van hemûyan wek kaxzên xurt di hilbijartinan de bikar bîne.

Çavdêrên herêmê destnîşan dikin ku dibe muhafizkar bi hêz vegerin piştî ku meclisa amadekirina destûrê navên 6 hezar û 850 bernamzetên reformxwazan û kesên nerm ji bingeha 14 hezar bernamzetên ku daxwaznameyên xwe pêşkêş kirine da ku tev li hilbijartinan bibin, sîl kirine. Di encamê de 7 hezar û 296 bernamzet wê bikevin dengdayînê da ku 290 kursî li meclisa şura bidest bixin.

(şx)

NAHA


Mijarên Din