Hilbijartinên Tirkiyê… binketineke din a Erdogan

Erdogan sûd ji aloziya Sûriyê wergirt û bi komên çete û dagirkirina hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêza xwe mezin dida diyarkirin, lê êdî derbeyan dixwe. Binketina destpêkê ya Erdogan li Kobanê bû û binketina wî ya herî mezin jî li gundê Baxozê yê Dêrazorê bû. Îro jî di hilbijartinan herêmî de ber bi jêr ve diçe. Bi vê yekê dê gelê azadîxwaz bidawîbûna dîktatoriya wî ragihîne.

Roja Yekşemê anku 31‘ê Adara 2019‘an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî pêk hatin. Hilbijartin di atmosfereke ji şîdet, sextekarî, dizî û lîstokên polîs, leşker û alîgirên Erdogan de derbas bû. Li gelek deveran dema gel diçû ser sindoqan, tirsa kuştin, binçavkirin û girtinê di dilê wan de hebû. Lê tevî vê yekê jî binketina Erdogan derket holê.

Li Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd ê ku di encama polîtîkayên hikumeta Erdogan de rastî qirkirin, koçberkirin, kuştin, wêrankirin û binçavkirinê hatin, bi îradeya xwe ya siyasî ya durist ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nûnertiya wê dike, peyama xwe da. HDP’ê li bajarên mezin ên Kurdan wekî Amed, Mêrdîn û Wanê, 5 bajarên din û 45 navçe li gel vegerandin. Gel bi coş çû ser sindoqan û dengê xwe da heqiyê.

Binketina duyamîn a Erdogan, serkeftina partiya muxalîf a CHP‘ê li Enqere, Îzmîr û Stenbolê bû. Erdogan di şeva hilbijartinan de ji alîgirên xwe re got ew ê cihên ku  xwe lê lewaz dîtin, çareser bikin. Erdogan bi vê yekê îşaret bi deverên ku dengên wan lê kêm hatin, dike. Piştî vê xîtabê çeteyên wî li gelek deverên Tirkiyê sûc kirin.

Li ser vê binketinê, milîsên AKP‘ê li bajarê Meletiyê 3 welatiyên ku dengê xwe dida Partiya Saadetê kuştin û li gelek deverên Bakurê Kurdistanê sindoq dizîn. Li Stenbolê hejmartina dengan sekinandin, beriya ku bi dawî bibe.

Encamên hilbijartinên herêmî, binketina dawîn a Erdogan û partiya wî AKP‘ê di aliyê gel, derve, siyasî û aborî de nîşan da. Rêzeserkeftinên ji Kobanê hetanî Baxozê ji Erdogan re wekî derbeyên giran tên ku Tirkiyê derbasî pêvajoya ber bi jêr ve bû û xist çiraveke kûr.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) DAIŞ têk bir, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku destek dida DAIŞ û El-Nusrayê, derket pêşberî gel û got dê desteka manewî bide aliyên tundraw û neteweperestên xwe. Li aliyekî din jî li ser têkçûna DAIŞ‘ê Erdogan bi hêrs bû û got "Em ê li Bakurê Sûriyê şerê “terorîstan” bikin. Ji ber ku hebûna wan me tehdît dike.” Lê di heman demê de gelek fermandar û nûnerên cîhanê spasiya QSD’ê kir.

Di aliyê aborî de jî, hilweşandin nêzîk bûye û demên pêş dê binketina aborî ya AKP û serokê wê eşkere bibe.

Encamên hilbijartinên herêmî binketina siyaseta hundirîn û derve ya AKP û Erdogan nîşan dide û êdî ji aliyê gel ve wekî berê nayê hezkirin.

Bi kurtasî, her çendî komên çete û Îxwan El-Mislimîn li Sûriye, Iraq, Lîbya, Misr û welatên din ên Rojhilatê Navîn zindî bin, ji hikumeta Erdogan re sûd û qezenc e. Berovajî wê her ku ev hêz têk diçin, siyaseta Erdogan jî têk diçe.

ANHA


Mijarên Din