Hilbijêrên Misrê yên li dervayî welat dengê xwe didin referandûma guhertina destûrê

Welatiyên Misrê yên li derve berê xwe didin navendên hilbijartinan ku li welatên ew lê dimînin hatine diyarkirin, da ku dengê xwe bidin referandûma guhartinên destûrê.

Desteya Niştimanî ya Hilbijatinan bi serokatiya şêwermend Laşîn Ibrahîm bang li hilbijêrên li derve kir ku roja înê, şemiyê û yekşemê dengê xwe bidin referandûma guhertinan destûrê, her wiha ji hilbijêrên li hundir roja şemî, yekşem û duşemê hatiye diyarkirin.

Welatiyên Misrê yên li dervayî welatê xwe dest bi dayîna dengê xwe di referandûma giştî der barê guhertina destûrê Misrê, kirin.

Meclisa Parlementerên Misrê roja sêşema derbasbûyî bi dengdayîna parlementerên xwe biryara guhartina destûrê da. Li gorî guhertina destûr, wê dema serokatî ji 4 sal bibe 6 salan, her wiha avakirina Meclisa Şiyûx di parlemanê de û rola artêşê di dewletê de diyar bibe.

(jo)


Mijarên Din