Hilweşîna agirbesta herêma bêçek

Ji berbanga vê sibehê ve herêmên qaşo bêçek rastî topbaranên dijwar tên. Her wiha li bejahaiya bakurê Hemayê, li rexê jî bombebarana Rûsyayê û topbaranên rejîmê ji zêdetirî 200 roketan, şer didome. Ev jî tê wateya hilweşîna agirbesta Rûsyayê ya demkî bi giştî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku piştî bilindkirina aşta şerê dijwar li herêmên qaşo bêçek, bi rêya topbaranên hewayî û bejahî û bi dehan roket û ji wê jî zêdetir rûdana şerên dijwar, tê diyarkirin ku agirbesta Rûsya û Tirkiyê ya demkî bi giştî hilweşiye.

Ji vê sibehê ve di navbera hêzên rejîmê û çekdarên alîgirê wê de ji aliyekî ve û komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji aliyekî dîtir ve, li derdorên Mesasne û Hemamiyat ên bakurê bejahiya Hemayê şerekî dijwar didome.

Di encama topbaran û  bombebaranê de ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Girêdayî mijarê balafirên Rûsyayê gelek topbaran li gundê Sifohin, derdora gundê Filêfil ê başûrê Idlibê pêk anîn. Her wiha jî balafirên şer ên rejîmê sibeha îro bi çekên giran û roketan herêmên Kefir Zîta û herêmên dîtir li bejahiya bakurê Hemayê kirin hedef.

Li aliyekî din jî hêzên rejîmê bi zêdetirî 200 roketan herêmên çiyayên Şehşebo yên bejahiya Hemayê vê sibehê hedef girtin. Bombebarana dijwar li ser gundê Şehrenaz pêk hat. Hêzên rejîmê vê sibehê bi dehan roket avêtin deverên Kefir Zîta, Zekat, Hesraya û Erbeîn ên bakurê Hemayê û deverên Hibêt ên başûrê Idlibê.

Helîkopterên rejîmê bermîlên teqemeniyê avêtin ser Hibêt. Di encamê de 5 zarok û 4 jinan jiyana xwe ji dest da. Ev jî kêmî hejmara komkujiya ku balafirên şer ên Rûsya duh pêk aniye.

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê di navbera aliyên dijber ên li Sûriyê de ragihand ku hêzên rejîmê ji nîvê şevê 18’ê Gulanê ve dest bi agirbesta yekalî kiriye.

Li aliyekî din jî Neteweyên Yekbûyî yên di civîna awarte ya Meclisa Ewlehiyê roja înê de xetereya pêkhatina"karesata mirovî" li Idlibê heke kiryarên dijwar berdewam bikin, hişar kir.

(fr)


Mijarên Din