Hin dewletan Koronavîrus kontrol kir û hinan jî rewşên nû tomar kirin

Hîn jî Koronavîrus li cîhanê berbelav dibe û duh hikumeta Slovenyayê kontrolkirina vîrusê ragihand û li Wuhana Çînê jî careke din vîrus derket.

Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 4 milyon û 526 hezar kesî, milyonek û 705 hezar baş bûne û 303 hezar kes pê jî mirine. Hin daneyên dawîn ên bîlançoya Koronavîrusê wiha ne:

Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de li DYA`yê hezar û 800 rewş tomar kirine, li Rûsyayê jî 9 hezar û 974 pêketiyên vîrusê tomar kirine.

Di nava 24 saetên dawîn de li Meksîkayê 2 hezar û 400 kes bi vîrusê ketine û 257 kes mirine.

Li Brezîlyayê jî 14 hezar kes mirine û 202 hezar kes jî bi vîrusê ketine.

Di 24 saetên dawîn de li Îtalyayê 262 kes mirine û bi vê yekê hejmara kesên mirine, gihaşt 31 hezar û 368`an.

Li Mexribê di nava 24 saetan de 95 kes bi vîrusê ketine û bi vê yekê hejmara giştî 6 hezar û 607 e.

Li Misirê hezar û 829 kes bi vîrusê ketine û 571 kes mirine.

Li Urdunê 4 haletên nû hatine tomarkirin û hejmara giştî gihaşt 587 haletan.

Li Cezaîr û 189 kesên din bi vîrusê ketine û 7 kes mirine.

Li Qeterê di nava 24 saetên dawîn de hezar û 733 haletên nû hatine tomarkirin.

Li Kuwêtê bi giştî 3 hezar û 451 kes baş bûne.

Li Sudanê 157 kesên din bi vîrusa korona ketine, deh kes pê mirine, hejmara giştî kesên bi vîrusê ketine gihaşt hezar û 818 kesan û kesên mirine jî 90 kes in û 198 kes jî baş bûne.

Duh Slovenyayê kontrolkirina vîrusê ragihand û wek yekemîn welatê Ewropayê ku vîrusa korona kontrol dike, hate parvekirin.

(eh)


Mijarên Din