Hin xalên belgeya siyasî ya Konferansa Yekîtiya Refa Kurdî

Hinek xalên di reşnivîsa belgeya siyasî ya Însyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê de, wiha ne; "Şerê navxweyî Kurdî- Kurdî sûcekî netewî ye, ji bo serxistina hewldanên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê divê xebat werin meşandin. Rizgarkirina Efrînê erkê serke yê têkoşîna gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî ye."

28 partiyên di bin sîwana Însyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdî –KNK-Rojava de, demek beriya niha civîneke li dar xistin. Civîn bi standina biryara lidarxistina Konferansa Yekîtiya Refa Kurdî û derxistina reşnivîsa belgeya siyasî ku dê di konferansê de were eşkerekirin, bi encam bû.

Çavkaniyekî pê pawer ji ajansa me re hin xalên belgeya siyasî ya Konferansa Yekîtiya Refa Kurdî , eşker kir.  Belgeke ji gelek xalan pêk tê, girêdayî girîngiya yekîtiya Kurdî, rewşa Kurdên Sûriyê, doza Kurdî, gelê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û têkiliyên her parçeyekî bi yên din re.

Li gorî çavkanî di belgeyê de îşaret pê tê kirin ku gelê Kurd pêkhateyeke sereke ji civaka Sûriyê ye. Divê mafê wê di destûra Sûriyeya demokratîk a nenavendî de were mîsogerkirin. Her wiha tê destnîşankirin ku parastin û destekdayîna bi destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên kirin.

‘Rizgarkirina Efrînê mîsyona sereke ya têkoşîna gelê Kurd û hêza wê ya siyasî ye’

Di belgeyê de her wiha bal tê kişandin ser girîniya yekbûyîna helwesta Kurdî li Rojava û tekez dike ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hêzên rewa ne ku herêmê parastin, ji terorîzmê û desthildariyê rizgar kirin. Her wiha tê destnîşankirin ku Efrînê beşek ji Rojava ye û rizgarkirina wê mîsyona sereke ya têkoşîna gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî ye.

Di aliyê Kurdistanî û netewî de, belge tekezî li ser girîngiya xebatê ji bo serxistina hewldanên lidarxistina kongreyeke netewî Kurdistanî ku stratejiya têkoşîna rizgariya Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê xêz bike, dike. Divê berjewendiyên netewî yên giştî li ser berjewendiyên partiyetî yên teng û taybet re werin girtin. Derketina ji têkiliyên ku ziyanê dide berjewendî û destkeftiyên parçeyên din. Her wiha tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêk û navkokiyên aliyên Kurdî tê kirin. Di belgeyê de ji hemû partî û rêxistinên Kurdî tê xwestin ku li gorî rêbazên demokratîk û rêzgirtinê tev bigirin û xetên sor ên ziyanê dide berjewendiyên gelê Kurd neyên derbaskirin.

‘Şerê Kurdî-Kurdî sûcekî netewî ye’

Li gorî çavkanî, hemû cûreyên şerê Kurdî –Kurdî sûcekî netewî mezin e û divê hemû hêzên netewî û niştimanî destekê bidin têkoşîna jin û ciwanan.

Di belgeyê de tê gotin, hemû pêkhateyên netewên din di çarçoveya yekîtiya Kurdistanê de bên parastin û têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan (Etnîkên olî û mezhebî) de li Rojava li ser bingehê jiyana hevbeş, wekhevî û rêzgirtin werin pêşxistin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din