Hindistan: Di daxuyaniyên Erdogan de nefêmkirina dîroka şerê li Keşmîrê heye

Hikumeta Hindistanê îro bang li balyozê Tirkiyê kir da ku nerazîbûneke dîplomatîk li ser daxuyaniyên serokkomar Erdogan ên der barê herêma Keşmîrê de ku bi Pakistanê re nelihevkirin li ser hene, pêşkêşî wî bike.

Wezareta Karên Derva ya Hindistanê diyar kir ku wê balyozê Tirk Şakir Ozkan Toronlar agahdar kiriye ku di daxuyaniyên Recep Tayyîp Erdogan de nefêmkirina dîroka şerê li Keşmîrê heye.

Berdevkê wezaretê Ravish Kumar wiha da zanîn: "Helwesta dawî mînakeke din a şêwazê destwerdana dewleta Tirk di karên hundirîn ên dewletên din de ye. Hindistan vê yekê qebûl nake."

Erdogan di serdana xwe ya ji Pakistanê re hefteya borî gotibû rewşa aliyê Keşmîrê yê di destê  Hindistanê de ji ber guhertinên ku Delhiya Nû li herêmên misilmanan çêkirine, her ku diçe xirabtir dibe. Her wiha diyar kiribû ku Tirkiye piştgiriya gelê Keşmîrê dike.

(cx)


Mijarên Din