Hinek projeyên Şaredariya Kampa Berxwedan bi dawî dibin

Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan pêkanîna projeyên xwe yên xizmetguzarî ji bo sivikkirina azarên niştecihên kampê didomîne. Şaredariyê çêkirina kanalîzasyonê bi dawî kir û dê rêyên sereke û şaxî sererast bike.  

Piştî du mehan ji xebatên domdar hindek maye Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê projeya kanalîzasyonê û restorekirina rêyan bi dawî bike.

Şêniyên Efrînê ku di nav Kampa Berxwedan de dimînin di sala borî de gelek zehmetî kişandin. Di zivistanê de av derbasî bin konên wan bû, nexweşî di nav şênî û zarokan de belav bû.

Şaredariyê bi rêya projeya kanalîzasyonê, xetên sereke bi firehiya 6 înç’an û xetên şaxî bi firehiya 4 înç’an di nav kampê de dirêj kirin.

Piştî bidawîkirina sererastkirina xetên kanalîzasyonê şaredarî dê rêyên kampê yên sereke û şaxî bi bermahiyên ji qûm û kevir sererast bike. Di vê projeyê de 9 alavên xizmetguzariyê di nav de tireks, qelabe û gelek alavên giran ên din têne bikaranîn.

Girêdayî mijarê endamê Meclisa Şaredariya Gel Welîd miho destnîşan kir ku armanc ji vê projeyê tunekirina nexweşiyan û bêhna nexweş ku di nav kampê de belav bûye. Miho wiha domand: "Me bi derfetên kêm hewl da projeyê pêk bînin. Ji ber ku di sala borî de niştecihên kampê gelek zehmetî kişandin."

Şêniyê kampê yê bi navê Ibrahîm Berekat spasiya berpirsên projeyê kir û got: "Ev proje gelek girîng e û dê bêhnên nexweş tune bike."

Şêniyê bi navê Selah El-Dîn Bîlal jî got: "Di zivistanê de ji ber kombûna avê di nav konan de me gelek zehmetî kişandin, lê niha azarên me bi dawî dibin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din