Hiqûqnas: Binpêkirinên li Efrînê bi fermana istixbarata Tirkiyê pêk tên

Hiqûqnas û berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got: “Binpêkirinên li Efrînê yên li dijî sivîlan rû didin, bi koordîne û fermana istixbarata Tirkiyê pêk tên. Me nasnameyên gelek jinên ku di dîmenan de derketibûn û di girîtgehên koma El-Hemzat de ne, belge kirine.”

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê asta binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên li Efrînê zêde kirine. Lez dan siyastên guhertina demografî û talankirina cihên dîrokî yên herêmê. Tevî wê jî artêşa Tirk a dagirker dehef dide çeteyan da ku tevlihevî û fîtne li herêmê biafrînin ji bo ku zextê li şêniyên Efrînê yê resen bikin ji bo ku ji warên xwe koçber bibin.

Para herî zêde ya van binpêkirin û tundiyê li dijî jinan û zarokan e. Çete jinan direvînin û êrişên cinsî pêk tînin. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûna zarokên Kurd dike leşker û tevî komên çeteyan dişîne Lîbyayê. Di nav de zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji şêniyên navçeya Mabata jî heye.

Di vî warî de hiqûqnas û berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê re axivî. Şêxo behsa bûreyên ku li Efrînê rû didin û belge kirine, kir.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de got: “Çeteyên koma El- Hemzat jinên Kurd, Ereb û Êzidî tazî dike. Ev rewş ne yek tenê ye. Ev tişt li hemû girtîgehên çeteyên li Efrînê tê kirin. Ev jî îsbat dike ku dagirker li Efrînê bi awayekî hovane mafên jinan binpê dikin, sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk tînin.”

Şêxo destnîşan kir ku piştî ku komên çekdar ên Xûta Şerqiye êrişî avahiya çeteyên El-Hemzat kirin, jin veguhestin girtîgehên qaşo `Polîsên Leşkerî` û wek `amanet` radestî wan kirin. Lê agahî ji wan jinan nayê girtin û serbest nehatine berdan.

Şêxo di berdewama axaftinên xwe de got: “Bi rêya dîmenan  nasnameyên hinek jinên revandî hatine belgekirin. Navê hinek ji wan ev in;  A.D  ji gundê Kînarê yê navçeya Şêrawa çeteyên El-Hemzat di 27`ê Sibatê de revandibûn. H.C ji pêkhateya Ereb bi xwe di nexweşxaneya Avrîn de hemşîre bû û ji du salan ve hatiye revandin. Şêniya bi navê R.M Tahir ji gundê Cûqê.”

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku revandin û binpêkirinên li dijî sivîl û jinan li Efrînê têne kirin, bi koordîne û fermana yekser a istixbarata Tirkiyê pêk tên.

Kantona Efrînê di dirêjahiya heft salên aloziya Sûriyê de herêma herî ewle bû. Bûbû meqseda tevahiya pêkhateyên Sûriyê. Bi hezaran koçberên ku ji şer û binpêkirinên komên çeteyan û hêzên Rêveberiya Sûriyê revîne pêşwazî kirin. Lê niha piştî dagirkirinê, bûye herêma herî xeter. Tê de tevahiya cureyên binpêkirin û sûcên li dijî mirov, xweza û şûnwaran têne kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din