Hiqûqnas: Divê rewşa Ocalan û girtiyên li Îmraliyê were eşkerekirin

Hiqûqnasên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê banga eşkerekriina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Bi dehan hiqûqnasên herêma Efrînê bi armanca naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Dada Civakî ya li gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî parve kirin.

Hiqûnas Îbrahîm Şêxo daxuyanî xwend û got: " Nûçe belav bûn ku li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji beriya 20 salan ve lê girtiye şewat derket. Der barê vê yekê Buroya Sedsala ya Qanûnî ya taybet bi parastina Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî  da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: Di 27'ê Sibata 2020'an de Wezîrê Karên Hundir di weşana zindî ya TV de bi raya giştî re parve kir ku li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Weke ku tê zanîn, Girava Îmraliyê di sala 1999'an de li dijî muwekîlê me Birêz Ocalan weke girtîgeheke şexsekî hatiye dîzaynkirin, piştre di sala 2015'an de jî muwekîlên me yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş veguhastine giravê. Muwekîlên me li giraveke li bicihbûnê girtî, li serdanan girtî û herêmeke leşkerî ya qedexekirî ne. Eşkere ye ku ev şewat wê yekser bandorê li Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din bike.

Her wiha di daxuyaniya buroyê de hate gotin ku di rewşeke wiha de ku li nava şert û mercên heyî yên giravê rîskeke jiyanî û lezgîn e, destwerdana di cih de ya li şewatê cihê nîqaşê ye. Ev jî sedema tirs û fikaran ên mafdar in. Her wiha hate diyarkirin ku piştî serdana malbatê ya 12'ê Tebaxa 2019'an, hewldanên ji bo pêwendiya bi muwekîlên wan yên li Girava Îmraliyê hatin astengkirin li ser ewlekariya jiyanê û tenduristiya muwekîlên wan agahî li ber dest nînin. Di daxuyaniyê Buroya Sedsala de banga hevdîtina bi muwekîlê xwe yê girtî kirin û gotin ev yek mafekî qanûnî rewa ye, li gorî ragihandina cîhanê ya mafên mirovan a sala 1948‘an û hevpeyaman navdewletî ya taybet bi mafên sivîlan û siyasetmendaran a sala 19966‘an de tecrîda li ser Rêber Ocalan binpêkirinên hevpeymanên navdewletî ne.

Em wekî hiqûqnasên Şehba û Efrînê tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin û şewata bizanebûn a  li girava Îmraliyê pêk hatiye şermezar dikin. Em bang li wijdanê cîhana azad, rêxistinên sivîl û hiqûqî, di serî de rêxistina Neteweyên Yekbûyî û mafên mirovan dikin ku erka xweê yê exlaqî û mirovî pêk bînin û fişarê li hikûmeta Tirk bikin da ku destûr bidin parêzer û malên girtiyan ku hevditînê bi wan re bikin û rewşa wan a piştî şewata ku dewleta Tirkiyê bi zanebûn derxistiye nas bikin."

ANHA


Mijarên Din