Hiqûqnas: Divê Tirkiye li pêşberî dadgeha navdewletî were darizandin

Parêzer Israfîl Bekîr got: “Lêkirina dîwarê parçekirinê û li Sûriyê ferkirina bikaranîna lîreyê Tirkiyê, li dijî qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî yên girêdayî serdestiya dewletan in. Divê Tirkiyê li pêşberî dadgeha navdewletî were darizandin.”

Tirkiye, li Sûriyê sûcên xwe yên li dijî hemû peymanên navdewletî didomîne. Tirkiye siyasetek dagirker ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî û asîmlekirina wê dimeşîne.

Parêzer Israfîl Bekîr têkildarî sûcên Tirkiyê yên li ser axa Sûriyê pêk tîne, ji ANHA’yê re axivî. Bekîr di destpêka axaftina xwe de got: “Sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê pêk tîne, li dijî qanûnên navdewletî û ragihandina cîhanî ya mafên mirovan a 1948`an û peymanên navdewletî yên girêdayî serdestiya dewletan e. Dagirkeriya dewleta Tirk a li bakûrê Sûriyê xeter e. Tirkiye bi vê yekê qanûnên navdewletî binpê dike.”

Tirkiyê dema Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, gelek sûcên der mirovî ji kuştin, revandin, îşkencekirin û tundiya bedenî li dijî jinan tevî wêrankirina binesaziya herêmê, pêk anîn.

LI EFRÎNÊ LÊKIRINA DÎWARÊ PARÇEKIRINÊ

Bekîr girêdayî  dîwarê parçekirinê yê ku dewleta Tirk li Efrînê lêdike wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker ji lêkirina dîwarê parçekirinê armanc dike ku beşan ji Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike. Her wiha herêmên ku dagir kirine ji axa Sûriyê cuda bike. Dewleta Tirk îdia dike ku ji mafê wiye dîwarê parçekirinê lêbike û ji mafê wî ye ku xeta sînor a navdewletî di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bi 1 km ber bi axa Sûriyê ve pêş de biçe. Ev hemû li dijî qanûnên navdewletî ne. Bêdengiya hikumeta Sûriyê li hember sûcên Tirkiyê gelek pirsên girêdayî mafê Sûriyê lihemberî bûyerên li Efrînê rû didin û qutkirina xaka Sûriyê didin pêş. Divê dewleta Sûriyê banga mafê xwe bike, qadên navdewletî û Konseya Ewlehiyê ya navdewletî têkildarî sûcên Tirkiyê muxatab bigre.”

Bekîr anî ziman ku koçberkirina gelê resen ji warên xwe yekemîn sûcên şer ên ku dadgeha navdewletî kirderên wê ceza dike. Piştre sûca guhertina demografîk di radeya duyemîn de tê.

Bekîr domand û bibîr xist ku dewleta Tirk, piştî şêniyên Efrînê ji ber topbarana bêserûber û bikaranîna çekên qedexekirî bi sûcên xwe li Efrînê armanc dike da koçberkirin, ji sûcên xwe li Efrînê armanc dike demografiya wê biguhere. Ji ber wê li şûna şêniyên resen ên koçber bûne, turkmenan li gundên ser sînor bi cih kirin.

Derbarê bêdengiya navdewletî de Israfîl Bekîr got: “Bêdengiya navdewletî bi guman e. diviyabû 5 dewletên endamên Konseya Ewlehiyê ya navdelwetî li hember van sûcan bilebitîna. Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê beşên ji bakurê Sûriyê dagir kir lê belê Lîbya, Yemen û dewletên din jî dagir kirin.”

Bekîr timayên Tirkiyê yên 2020`an û beriya wê bi xeterî wesifandin û wiha pêde çû: “Ji ber ku Tirkiyê sponeseriya firkê DAIŞ`ê kir, fikrê selefî pêş xist, ji bo ku ajandeyên xwe pêk bîne û hegemoniya xwe li hinek dewletan ferz bike. Ferzkirina dirava Tirkiyê li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê di radeya yekemîn de ferzkirian serdestiya Tirkiyê li wan herêman e.”

 Li gorî qanûnên navdewletî ferzkirina diravê ne qanûnî ye. Ji ber ku guhetina diravê bi dewleta Sûriyê ve girêdayî ye.

Bekîr wiha berdewam kir: “Ji çend rojan dîmenek ku tê de çeteyên girêdayî Tirkiyê diravê Sûriyê li parêzgeha Idlibê dişewitînin, li ser malperên têgihiştina civakî belav bûn. Ev bi xwe sûcek e. Ji ber ku dirav ne girêdayî kesayetan e, dirav sembola dewleta Sûriyê û gelê wê ye. Nabe kesek wê bişewitîne. Ev sûcek e û divê sûcdarên wê werin cezakirin.”

Di dawiyê de Bekîr bang li dewleta Sûriyê kir û got: “Divê dewleta Sûriyê bi erkên xwe yên li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker pêk bîne. Bi taybet guhertina dirava Sûriyê bi ya Tirkiyê. Ji ber ku gavek xeter e û li dijî serdestiya Sûriyê ye.”

Her wiha Bekîr bang li civaka navdewletî, NY û rêxistinên hiqûqî kir ku mudexele bikin û sûcên Tirkiyê yên li Sûriyê paşguh nekin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din