Hiqûqnas: Leşkerkirina zarokan bi destê Tirkiyê sûcekî şer e

Çalakvanên hiqûqî diyar kir ku leşkerkirina zarokên Sûriyê û şandina wan ber bi herêmên şer ve mîna Lîbya û Yemenê, bi destê dewleta Tirk, wek sûcekî şer tê hesibandin û ji hêla qanûnên navneteweyî ve tê cezakirin.

Di raporên ragihandinê de leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê de bi destê artêşa Tirk a dagirker û şandina wan ji Lîbyayê re da ku li rex hikumeta Wîfaq a ku Tirkiye desteka wê dike, şer bikin, hatine belgekirin.

Çalakvanên hiqûqî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê ew rapor piştrast kirin û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker zarokan dike leşker. Di heman demê de çalakvanan destnîşan kir ku ev kiryar wek sûcên şer tên hesibandin û ji hêla qanûnên navdewletî ve têne cezakirin.

Rûşîn Mistefa çalakvaneke ji herêmê, got desthilatên Tirkiyê zarokên ji Sûriyê dike leşker û dişîne Lîbyayê da ku şer bikin. Ev li gorî qanûnên navdewletî sûcê şer e.

Rûşîn protokola lihevkirina mafên zarokan a girêdayî tevlêkirina zarokan di nakokiyên çekdarî de destnîşan kir. Ev qanûn li gorî biryara NY`yê ya bi hejmara 263’yan di dewreya 54’an de di 25`ê Gulana 2000`an de hate erêkirin. Ev biryar di 23`yê Sibata 2002`yan de ket meriyetê. Li gorî biryarê tevahiya dewletên ku ev protokol û qanûna mafên zarokan îmze kiriye, nabe zarokan bikin leşker.

Her wiha Rûşîn qanûnên navdewletî yên mafên mirovan bi bîr xistin,qanûnên ku leşkerkirina zarokan di xaneya sûcê şer de dinivîsin. Rûşîn bang li rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih û van binpêkirinan li dijî mafên zarokan li bajarê Efrînê rawestînin.

Berdevkê ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa got dewleta Tirk û çeteyên wê bi şandina ciwanên herêma dagirkirî ji Lîbya û Yemenê re qanûna navdewletî binpê dikin.

Mistefa wiha domand: "Qanûna mafên zarokan parastina zarokan teqez dike. tevahiya dewletên ku ev qanûn îmze kirine, pêwîste wan qanûnan pêk bîne. NY`î bang li aliyên nakok li Sûriyê kir ku zarokan nekin leşker."

Mistefa destnîşan kir ku tevahiya komên çeteyan li Sûriyê û dewleta Tirk bê mudexeleya raya giştî ya navdewletî û şermazakirina wê zarokan leşker dikin û dişînin şer. 

Di dawiyê de Mistefa bang li desteya NY, tevahiya saziyên wê û rêxistinên hiqûqî û navdewletî, Rûsya, Amerîka û dewletên koalîsyonê kir ku yekser bilivin û Tirkiyê ji herêmên dagirkirî li Sûriyê derxin. Bihêlin koçber vegerin warên xwe û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din