​​​​​​​Hiqûqnasa ji Misirî: Divê hesab ji dewleta Tirk were pirsîn

Hiqûqnasa ji Misirê Dr. Dîna El Muqedem destnîşan kir ku divê tedbîrên giran werin girtin da ku hesab ji dewleta Tirk were pirsîn.

Li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, bertekên aliyên siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîrên Ereb zêde dibin.

70 siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û rojnamevanên ji dewletên Ereban û cîhanê bang li hêzên demokrat û raya giştî ya cîhanî kiribû ku piştgiriya berxwedana gerîla bikin, destekê bidin daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla.

Girêdayî mijarê hiqûqnasa ji Misirê Dr. Dîna El Muqedem got: “Erdogan bi wê baweriyê ku dê bibe serok, bi parçekirina gelan û wêrankirina dewletan kêfxweş dibe.”

Her wiha destnîşan kir ku xewna Erdogan heye lê di dest de amûr tune ne ku pê pêk bîne. Dîna wiha pê de çû: “Erdogan xeyal dike ku bi rêya piştgiriya terorîstan, dewleta xîlafetê ya mezin ava bike. Qaşo banga toleransê dike û sloganên olî derdixe pêş.”

Dîna diyar kir ku Erdogan bi pêkanîna sûcan li dijî Kurdan û bikaranîna çekên kîmyewî Protokola Cinêvê ya sala 1925`an binpê dike ku bikaranîna gazên bijehr qedexe dike.

Dîna bang li civata navneteweyî kir ku li hember sûcên Erdogan û kiryarên wî yên dermirovî yên li dijî gelê Kurd pêk tîne, bi lez bikevin tevgerê. Her wiha Dîna bêdengiya navneteweyî li hember komkujiyên li dijî Kurdan şermezar kir.

Dîna ev li gotinên xwe zêde kir: “Gelo mafên Kurdan tune ne, gelo ne layiq in ku werin parastin û qetilkirina wan bi vê rêbaza hovane bê rawestandin?”

Dîna El Muqedem di dawiyê de got: “Li gorî qanûnên navneteweyî, ceza li dewleta Tirk a dagirker bê birîn ji ber ku çekên qedexekirî bi kar anîn.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din