Hiqûqnasek: Tirkiyê bi DAIŞ’ê şantajê li Ewrupa şantaj dike

Hiqûqnasek sûrî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dewletên rojavayî re bi rêya koçberkirina çeteyên DAIŞ`ê di nav penaberên Sûriyê de ber bi Ewropayê ve şantaj dike. Her wiha banga avakirina dadgehan li Bakur û Rojavayê Sûriyê kir ji bo ku ew çete muhesebe bibin.

Di hevdîtinekê de hiqûqnas Abdullah Mistefa behsa rola Tirkiyê di avakirin  û perwerdekirina çeteyên DAIŞ`ê de kir. Her wiha îdiayên Tirkiyê  di şerê wan de û şantajkirina dewletên ewropî bi wan çeteyan.

Mistefa diyar kir ku AKP`ê rolek di avakirina DAIŞ`ê de lîst piştî ku derî û balafirgehên xwe li Stenbolê û tevahiya bajarên navîna başûrê Tirkiyê ji bo pêşwazîkirina DAIŞ`iyên rojavayî  vekir û wan perwerde kirin.

Mistefa wiha domand: "Piştî wê Tirkiyê sînorên xwe vekirin ji bo ku mudexeleya Sûriyê bike û her tevgerek demokratîk ilmanî têk bibe. Ji bo ku timayên osmanî di firehkirina hegemoniya xwe de li Sûriyê û talankirina xêrûbereketên wê. Ji petrolê destpê bike heya bigihêje kargeh û şûwaran. "

Mistefa balkişand ser ku li gorî belgeyên fermî yên artêşa Tirk a dagirker, hejmara kesên ji ber tewana endamtiya DAIŞ`ê hatine girtin gihaştine 26 hezar û 466 endaman. Lê di rastiyê de tenê ceza der heqê 100 kesî de hatiye birîn. Tevî wê jî artêşa Tirk a dagirker îro îdia dike ku şerê DAIŞ`ê dike careke bi rêya girtina wan û careke din bi rêya darzirandina wan.

Mistefa dibîne ku Tirkiyê cîhan bi girîtina wan dixapîne. Ji aliyek din ve wan bi kar tîne û li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk û gelên herêmê dide şerkirin.

Hiqûqnas Mistefa ev tişt teqez kir: "Komployên dîplomasî yên Tirkiyê ji bo tirsandina dewletên rojavayî bi kaxiza DAIŞ û penaberan, ew tenê lîstokeke. Ji aliyekê ve dixwaze pê dem derbas bike û ji aliyekî din ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî projeya demokartîk bidomîne."

Hiqûnas bal kişand ser berdewama destekdayîna dagirkeriya Tirk bi DAIŞ`ê re û got: "Artêşa Tirk a dagirker bi desteka çeteyên Sûrî re yên navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî li xwe dikin êrişî kampa Eyn Îsayê  kirin da ku çeteyên di kampê de serbest berdin û ji nû ve wan bi rêxistin bike."

Mistefa destnîşan kir ku divê civaka navdewletî ne tenê daxuyanî li hember DAIŞ û Tirkiyê ya ku desteka wê dike bidin. Lê belê divê bi awayekî cidî bilive ji bo ku Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê darizînin. Bi taybet piştî ku di gelek raporên çapemenî yên cîhanî û herêmî de eşkere bû ku Tirkiyê terora cîhanî ava kir û desteka wê dike. Ruxmî wê jî cîhan desteka madî ji Tirkiyê re bi hinceta piştgiriya penaberan pêşkêş dike. Lê di rastiyê de Tirkiyê ew pere ji bo desteka terorê xerc dike.

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser de zêdetirî 12 hezar çeteyên terorîst hene. Di nav de 2 hezar biyanî ne û 63 hezar ji malbatên wan in. Girêdayî wan Mistefa teqez kir ku pêwîst e ev çete di dadgehên navdewletî de li cihên ku komkujî der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Sûriyê de pêk anîne werin darizandin.

Di dawiyê de got: "Di dema ku dewleta Tirk a dagirker de şandina çeteyên DAIŞ`ê ji Ewrupayê re vedişêre, divê cîhan û dewletên rojavayî hevrûkirinekê di navbera kirinên Tirkiyê de ji girtek û şantajan û di navbera darizandina DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêke."

(şx)

ANHA


Mijarên Din