Hiqûqnaseke Lubnanî: Divê civaka navneteweyî jinên li herêmên dagirkirî ji tundiyê biparêze

Lêkolînera hiqûqî ya lubnanî Sofî Zaza da zanîn ku divê qanûneke navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hebe, bi taybet li herêmên dagirkirî yên şer tê de hene. Lêkolînera hiqûqnas jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qehremanên rastîn ên li hember tundiyê têdikoşin wesif kirin.

Tevî ku komeleya giştî ya NY’yê di 1979’an de peymana têkbirina tevahî şêweyên nijadperestiyê li dijî jinan, îmze kir, lê hê jî tundiya li dijî jinan pirsgirêkek e li tevahî cîhanê belav bûye.

Li herêmên binakok û şer tundiya li dijî jinan zêde dibe, bi taybet li herêmên dagirkirî, mîna herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine. Di du salan de zêdetirî 350 jin di tundiyê re derbas bûn, li gel wê jî bi hezaran jinên li Efrîna dagirkirî hatin revandin.

Sazî û rêxistinên jinan ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hemleyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li dar xistin û di tevahî çalakiyên xwe de girîngî dan têkoşîna li dijî tundiyê, her wiha diruşma hemleya wan a 2020’an bi sernavê "Na ji dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" bû.

Der barê qanûna navneteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, lêkolînera hiqûqnas û aborînas, çalakvana jînegeh, civakî û siyasî, Dr.lubnanî Sofî Zaza axivî.

Dr.Sofî Zaza wiha got: "Di bin sîwana dagirkeriyê de, tundiya li dijî tevahî mirovahî û jinan û bazirganiya zarokan tê kirin. Ev sûc bi dosya, wêne û jimar ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî li gorî hîma qanûnê bi dîrok tên belgekirin."

Sofî Zaza destnîşan kir, heke sûcên şer li gorî belgekirina wê gihaştin, destpot û qirkirinê tê cezakirin û li gorî du rewşan tê cezakirin, yek; di navbera dewletan de, ya din jî kesên ev sûc kirine.

Sofî Zaza di gotina xwe diyar kir ku pêwîst e li hin herêmên dagirkerî, desteserkirin û destdirêjiyê rewşeke ewlehî û civaka ewle ku qanûna navneteweyî çavdêriya wê bike, bê afirandin.

Sofî Zaza wiha domand: "Ji aliyê qanûnî ve, ji her 3 welatan, 2 welat tundiya malbatî ceza dike. Lê di heman demê de li 37 welatên li tevahî cîhanê kesên tecawîzê dikin li dadgehan, heke bi qurbaniya tecawîzê re bizewicin, li dadgehan tên efûkirin. Lê aliyekî din jî li 49 welatan tu qanûnên ku parastina jinan ji tundiya malbatê bike, tune ne."

Sofî Zaza daxwaz kir ku, divê qanûneke navneteweyî ya parastina mafên mirovan hebe, divê qanûn ji şervan, jina têkoşer û zarokê ku dê û bavê xwe winda kirine hebe, her wiha divê li herêmên şer an jî dagirkerî piştevaniya parastina mafan hebe.

Sofî Zaza bi lêv kir ku gelek di tundî û bikaranînê re derbas dibin. Divê destpêkê îşaret bi tecawîzê bibe, piştre qetilkirin.

Sofî Zaza îşaret bi rewşa jinan li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, kir û wiha pê de çû: "Ne bi nepixandin, di van demên dawîn de li gelek herêman, Idlib û herêmên Bakurê Sûriyê komkujiyeke mirovî heye."

JINÊN KURD, QEHREMANÊN RASTEQÎN IN

Girêdayî mijharê, Dr. Sofî Zaza wiha berdewam kir: "Piranî qurbaniyên teror û şeran, jin û zarok in. Jin di destpotî, derfetgirtin û tecawîzkirinê re derbas dibin. Li gel vê jî, jin tê dikoşe, şer dike û li hember disekine, mîna jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li hember DAIŞ’ê sekînine."

Sofî Zaza li ser têkoşîna jina Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: "Jinên Kurd ji jinên yekemîn ên ku rahiştine çekê û ji bo jiyaneke birûmet tê koşîne, xweşkên xwe yên êzidî rizgar kirin."

Sofî Zaza peyam ji tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand û wiha bi lêv kir: "Hûn qehremanên rasteqîn ên bi destxistina mafan in, hûn îro yên herî bi nirx in."

Der heqê tundiya li dijî jinan li tevahî cîhanê de, Sofî Zaza wiha got: "Bê guman tundiya li dijî jinan bi demê re hat guhartin, bi taybet li welatên ku rêjeya xwendinê bilind e, ji ber gelê li cem wê nêrîna rewşenbîrî û zanistî hebe, tundiya li ser jinê kêm dibe."

Sofî Zaza piştrast kir ku divê destpêkê mêr beriya jinê zana be. Ji ber divê mêr rêzê ji dayik, xweşk û piştre hevjîna xwe re bigire.

Sofî Zaza li dawiyê diyar kir ku li hin dewletên kapîtalê, tundiya li dijî jinê, nahêle ew di biryarên çarenûsa siyasî û rêvebirina dewletê de beşdar be, heta di perwerdeyê de jî. Li vir tê dîtin ku li gelên pêşketî û şareza cudabûnek heye.  Her wiha ji beriya 5 hezar sal jinên ji şaristaniya Maya tev li biryar û çarenûsa gelê xwe dibûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din