Hiqûqnasên Efrînê: Divê çeteyên DAIŞ`ê li cihê ku sûc kirin, werin darizandin

Hiqûqnasên Efrînê got divê çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD‘ê girtî, di dadgeheke ji aliyê navdewletî ve naskirî de werin darizandin.

Doza çaranûsa çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî, hîna li gelek qadan mijara nîqaşan e. Bi taybet piştî ku dewletên wan qebûl nekir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê wergirin û wan darizînin. Qadên hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyênDAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî li herêmê kir.

Girêdayî mijarê hiqûqnasên Efrînê ji ajansa me re axivîn û got mafê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên li gel darizînin.

Parêzer Israfîl Mistefa got mafê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku çeteyên li gel xwe darizîne û wiha anî ziman: "Li gorî qanûna navdewletî ya girêdayî radestkirina sûcdaran a ku dewleta Sûriyê  mohr kiriye û li gorî cihê pêkanîna sûc, ji mafê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku wan çeteyan darizîne."

Mistefa diyar kir ku cihê rastîn ê darizandina wan çeteyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha pê de çû: "Ji ber wê pêwîst e herêm ji aliyê navdewletî were parastin. Ji ber ku eger herêm neket bin wesiyeta navdewletî, dê cihê girtina çeteyan rastî xetereyê were. Her wiha divê ev dadgeh ji aliyê navdewletî ve werin naskirin da ku çeteyan darizînin, ji ber ku divê çete li gorî qanûna têkoşîna li dijî terorê werin darizandin."

Di nav gotinên xwe de Mistefa bal kişand ser xetereya mayîna çeteyan bê darizandin û got ku xetere li ser cîhan û hebûna mirovahiyê ye, ji ber wê divê bi lez werin darizandin.

Ji aliyê xwe ve parêzer Îbrahîm Mistefa Şêxo destnîşan kir ku DAIŞ komeke terorîst e û xwîn bi hezaran sivîlan li Sûriyê û Iraqê rijand û gelek sûc der heqê mirovahiyê de pêk anîn. Şêxo diyar kir ku pêwîst e ew çete bi rêya dadgehekê ku ji aliyê navdewletî ve hatiye naskirin, werin darizandin û divê ev dadgeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be anku cihê pêkanîna sûc û girtina sûcdaran.

Parêzer Ebdo Sîdo destnîşan kir ku pêwîst e dadgehek navdewletî ji bo darizandina  çeteyên DAIŞ`ê li gorî qanûna hevpeymana Neteweyên Yekbûyî  ya 1945`an, li gorî beşa 14 û madeyên qanûnê ji 92 heya 96’an were avakirin û wiha anî ziman: "Li gorî qanûna navdewletî dadgeha navdewletî amûra sereke ya dadgehkirinê ye û erka wê çareserkirina nakokiyên her dadgehekê yan jî dewletekê ye. "

Seydo wiha domand: "Pêwîst e dadgehek taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê were avakirin. Ji ber ku wan li Sûriye û Iraqê bi taybet Bakurê Sûriyê sûcên xwe pêk anîn, ji ber wê divê ew çete li cihê ku sûc kirine, werin darizandin. Li gel wê jî divê dewletên ku piştgiriya wan çeteyan kirine mîna Tirkiye û Qeterê werin muhasebekirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din