Hiqûqnasên Reqayê banga darizandina çeteyên DAIŞ‘ê kirin

Hiqûqasên bajarê Reqayê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên ku der heqê gelê Sûriyê de sûc kirin, banga avakirina dadgeheke navdewletî kirin.

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li bargeha xwe ya dawîn tune kirin, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan xwe radestî QSD`ê kirin. Dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de radestkirina wan red kirn. ji Rêveberiya Xweser jî dibêje ku hejmara çeteyên di girtîgehên wan de barê wan giran kiriye.

Girêdayî mijarê ajansa me bi hiqûqnasên Reqayê re hevdîtin çêkir. Hiqûqnasan bang li tevahiya dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de û li gel QSD`ê girtîne, hemwelatiyên xwe werbigirin û li gorî qanûnên xwe dadgeh bikin, yan jî rolek di avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bilîzin da ku werin darizandin.

Ebdulrehman El-Îsa ev tişt di gotinên xwe de diyar kir: "Hejmarek mezin ji çeteyên DAIŞ`ê niha di girtîgehên herêmê de ne. Di nav de kesayetên xeter ên ku li ser lîsteya terorê ne hene. Çete ji nasnameyên biyanî, Erebî û cûda ne. Divê ew çete werin darizandin û ji ber sûcên hovane der heqê mirovahiyê de kirine werin cezakirin."

El-Îsa daxuya kirin divê dewletên ku hemwelatiyên wê di nav DAIŞ`ê de ne bi berpirsyaryiya xwe rabin. Divê ew çete ji dewletên wan re werin şandin piştî ku ji hêla dadgerên xwedî tecrube ve di vî warî de û werin darizandin. Divê dadgeh xwedî rêzdarî be û ji aliyê navdewletî ve pê hatibe îtîrafkirin.

Di dawiya gotinên xwe de El-Îsa got: "Her kesê ku destê wî di rijandina xwîna gelê Sûriyê tune be û ji hişmendiya tundrew dûr e, dê rewşa wan cuda be. Helbet dê li gorî qanûnên navdewletî werin darizandin. Ji vir yekemîn kevira bingehîn a navendên ji nû ve perwerdekirina wan girtiyan ava dibe."

Ji aliyê xwe ve hiqûqnasê bi navê Ebdulfetah El-Ekir got: "Îro wek parêzer em bang li civaka navdewletî dikin ku helwestek cidî li hember çeteyên DAIŞ`ê nîşan bide. Her wiha em banga avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyan her yek li gorî sûca ku kiriye dikin."

El-Ekir di berdewama gotinên xwe de bang li civaka navdewletî kir ku rêziknameyek ji dadgehê re diyar bike û dadweriyek ji bo darizandina wan terorîstan amade bike û wiha anî ziman: "Divê her dewletek berpirsyariyên xwe li hember hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê bîne cih û jê nereve. Divê hemû dewlet bi rêya dewre û barnameyên fikrî vê fikrê tundrew ji kokê ve rakin, ji ber ku ji bo tunekirina vê hişmendiyê demek dirêj pêwîst e."

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê, bi hezaran çete xwe radestî QSD`ê kirin. Li ser wê hiqûqnas, şênî, şêx û rûspiyên herêmê banga avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din