Hisên El-Elî: Divê rêxistinên mafên mirovan binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin

Rêveberê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî got, kiryarên Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwar li dijî hemû qanûnên navdewletî ne. El-Elî bang li civaka navdewletî kir ku mudexele bikin û wan binpêkirinan rawestînin.

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn de bi armanca ku Efrîn ji Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike dest bi lêkirina dîwar kiriye. Li aliyekî din jî şêniyên Efrînê dikuje, milkên wan talan dike û şêniyên wê dide koçberkirin.

Rêveberê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hisên El-Elî girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî. El-Elî got dewleta Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hewl dide demografiya Efrînê biguhêre û binpêkirinên hovane der heqê şêniyan de ji kuştin, wêrankirin û koçberkirina şêniyan pêk tîne. El-Elî siyasetên Tirkiyê bi "Qirkirina etnîkî û asîmlekirinê" nav kir.

El-Elî wiha domand: "Îro dewleta Tirk bi lêkirina dîwar re hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike mîna ku li Lîwa Skenderon kiriye. Tirkiyê herêmên din mîna Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin û armanc dike herêmên dîtir dagir bike û komkujiyan ne tenê der heqê gelê Kurd de lê belê der heqê pêkhateyên Sûriyê de jî pêk tîne."

El-Elî destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyê li Efrînê qanûnên navdewletî binpê dikin û wiha domand: "Ji ber wê divê dewleta Sûriyê û rêxistinên mafên mirovan bi rola xwe ya çalak rabin û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê gelên herêmê de rawestînin. Pêwîst e rê li pêşiya binpêkirinên Tirkiyê were girtin."

Têkildarî herêma ewle ya ku Tirkiyê armanc dike ava bike El-Elî ev tişt diyar kir: "Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye, ji ber ku sînorên me bi Tirkiyê re ji aliyê me ve ewle ne. Lê Tirkiyê li aliyê xwe binpêkirinên mezin dike û gelek bûyerên kuştinê bi guleyên artêşa Tirk hatine belgekirin. Tirkiyê bêyî ku mafên mirovan û mafê çîrantiyê di ber çavan re derbas bike kiryarên xwe pêk tîne û herêmên Sûrî dagirk dike. Herî dawî dagirkirina herêma Efrînê ye. Îro em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarek ciyawaz armanc dike."

El-Elî destnîşan kir ku herêma ewle ya ku Tirkiyê qala wê dike, divê ne li ser hesabê destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, divê bêyî mudexeleya Tirkiyê be û bi çavdêriya navdewletî be.

Girêdayî pêşeroja Sûriyê û çareseriya aloziyê El-Elî da zanîn ku ji ber nakokiyên navdewletî asoyên çareseriya aloziya Sûriyê hîne dûr in û got: "Hemû dewlet ji bo ajandeyên xwe yên taybet dixebitin. Her wiha gel û pêkhateyên Sûriyê ji çareseriya aloziya Sûriyê hatine bidûrxistin, ji ber wê çareserî bê îtîrafkirina mafê tevahiya pêkhateyên Sûriyê û avakirina Sûriyeyek demokratîk, pirrengî û nenavendî ne pêkan e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din