​​​​​​​Hisên Kerkûkî: Rêveberiya Xweser ji aloziyên kûr ên Iraqê re çareserî ye

Serokê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hisên Kerkûkî anî ziman ku ji bo derbaskirina aloziyên kûrt ên Iraqê, divê şêwazê Rêveberiya Xweser were bikaranîn û got, welatê pirrengiya olî, neteweyî û mezhebî di nava aloziyên siyasî, aborî, civakî û ewlehî de ye.

Li Iraqê alozî û nakokiyên siyasî yên teng berdewam dikin. Heta niha hikumet nehatiye avakirin ku welat ji qeyranê xilas bike. Mîna li Bexdayê, li herêmên Başûrê Kurdistanê jî gel li qadan in û gendeliya di hikumeta Hewlêrê de red dikin. Ev xwepêşandan ne nû ye, lê encamên siyaseta malbatî ya li Başûr e.

Li gorî raporên navneteweyî, malbata serdest a li Başûrê Kurdistanê (Barzanî) bi milyaran dolar pereyên wê di bankên navneteweyî de hene, her wiha mal û milkên wan li Amerîka, Siwêsra û Fransayê hene.

SEDEMA SEREKE YA ALOZIYA LI IRAQÊ

Serokê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî)  Hisên Kerkûkî anî ziman ku çareserkirina aloziya Iraqê pêwîstiya wê bi vîn û îradeyekê hene ku xwedî biryarên siyasî yên wêrek be û got, sedema sereke ya xwepêşandanên li Iraqê, siyasetên partiyên serdest in, nemaze piştî hilweşîna rejîma berî di sala 2003'an de.

Kerkûkî îşaret pê kir ku gelê Iraqê bi hêvî ye ku partiyên siyasî dewletê ber bi demokrasî û avakirina saziyan ve bibin û li gorî destûra Iraqê tevbigierin û got: "Divê jiyaneke hevbeş di navbera pêkhateyên olî, neteweyî û mezhebî de hebe û Iraq ji çarçoveya pergala yekalî û hilweşîna aborî û rejîma dîktator derxîne. Lê ev partî nikarin vê dewletê ava bikin."

Kerkûkî destnîşan kir ku partiyên siyasî yên li Iraqê li gorî du aliyan kar dikin, aliyê yekemîn li gorî zihniyeta partiyetî ya teng û li gorî berjewendiyên xwe kar dikin, ya duyemîn jî li gorî bername û ajnîdeyên dewletên derve wekî Tirkiyê di radeya yekemîn de, Îran û Amerîka ku hebûna wê ya leşkerî li Iraqê heye, kar dikin.

Hisên Kerkûkî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku partiyên siyasî yên li Iraqê nikarin sozên ku bi gelê Iraqê re dabûn, ne di hilbijartinên sala 2005'an, ne jî hilbijartinên sala 2010'an, ne jî di hilbijartinên salên 2014'an heta 2021'an de anîbana cih.

Kerkûkî got:" Aloziya Iraq roj bi roj kûrtir dibe. Dosyayên gendeliyê di rêveberiyê de hene. Her wiha pirsgirêk di pergala parastin û ewlehiyê de hene. Di heman demê de pirsgirêk di rêvebirina dewletê û çawaniya avakirina saziyan û belavkirina dewlemendiyan li Iraq û herêma Kurdistanê li gelê Iraqê de hene. Nakokiyên partiyetî yên rojane di navbera partiyên sûdmend ên li hundirê herêma Kurdistanê û Iraqê de hene."

Kerkûkî da zanîn ku gel li Iraq  û herêma Başûrê Kurdistanê di sala 2005'an û 2010'an de bawerî da partiyên û dengê xwe da wan û wiha domand: "Lê van partiyan hêviyan wan bi cih neanî û nikarîn Iraq ji aloziyê derxînin. Rewşa Iraqê piştî 2014'an bi awayekî mezin aloztir bû, bi taybet dema ku DAIŞ êriş kir, pergala parastin û ewlehiyê têk çû."

Kerkûkî bal kişand ser çavkaniya pirsgirêka Iraqê û wiha domand: "Pirsgirêk di rêvebirina dewletê û belavkirina berheman de ye. Gendeliya di hemû saziyên dewletê de hişt ku gelek beşên xaka Iraqê bikeve destê çeteyên DAIŞ'ê, hêzên Iraqê nikarîn xaka xwe biparast û Iraq vegeriya rewşa xwe ya 2003'an.''

Serokê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Azadî îşaret pê kir ku piştî herêm bi keda hêzên Iraqê û Kerkûk, Mûsil û Şengalê ji aliyê hêzên pêşmerge û gerîla ve hatin rizgarkirina zihniyeta partiyetî vegeriya rewşa berê û wiha domand: "Van partiyan di sala 2014'an de hilbijartin derbas bikin. Di sala 2018'an de heman tişt kirin, lê guhertina ku çêbû ew bû ku gel hilbijartin boykot kirin. Di sala 2019'an de gel li hemberî wan partiyan rabûn. Komeke ciwan ku navê şoreşgerên tişrînê li xwe kirin, hewl dan pergala siyasî biguherin û daxwazên wan ên siyasî hebûn, ji wan daxwazan; destûr were guhertin, hikumet îstîfa bike, milîs û hêzên leşkerî yên girêdayî partiyên din bibin beşek ji  pergala leşkerî, ne ku pergaleke partiyetî be. Li ser vê yekê hikumeta Ebdulmihdî îstîfa kir û pergala hilbijartinan li gelek daîreyan hat guhertin. Girse an ku şoreşgerên tişrînê ne di bin sîwanekî de birêxistinkirî bûn û nêrîn û bernameya wan siyasî ne yekgirtî bû, mohra wan di hilbijartinan de tunebû, ji ber vê yekê partiyên siyasî yên berî bi rêya milîsên xwe vegeriyan ser desthilatdariyê, ruxmî ku gel li Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartin boykot kiribûn."

'NAKOKIYÊN PARTIYETÎ RÊ LI BER DESTWERDANÊN DERVE VEKIR'

Hisên Kerkûkî da zanîn ku nakokiyên partiyetî yên teng rê li ber destwerdanên derve û yên herêmî, di serî de Tirkiyê vekir û diyar kir ku dewleta Tirk baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava kirin, balyoz û konsolsoxaneyên xwe  yên li Kerkûk û Mûsilê kirine navendên sîxûrtiyê, di heman demê de ev nakokî destek da ku Îranê û partiyên girêdayî wê ku berjewendiyên wan li Iraqê hene û hêzên leşkerî yên girêdayî wan ava kirin.

Kerkûkî bal kişand ser hilbijartinên parlamantoyê yên dawî û got: "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û balyozxaneyên Amerîka, Brîtanya, Komkara Erebî û hemû dewletên cîhanê yên ku berjewendiyên wan bi partiyên serdest ên li Iraqê re hene ev hilbijartin pîroz kir, lê gel bi awayekî mezin hilbijartin boykot kirin û îtîraf pê nekirin."

Kerkûkî diyar kir ku partî li ser kesayeta serokkomar li hev nekiriye ku para pêkhateyê Kurd û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di mala kurdî de, di mala Suna de, her wiha di mala Şîa de nakokî hene, sedema van nakokiyan berjewendiyên partiyetî ne ku bandor li gelê Iraqê di aliyê aborî, perwerde, tenduristî, xizmetên rojane û jiyana bi rûmet de kir. Hêrsa gelê Iraqê encamên neguhdarkirina dengê gel û daxwazên wan ji aliyê partiyên siyasî ve ye. Ji ber vê yekê roj bi roj hêrsa gel zêdetir dibe. Xwepêşandanên dawî ku ji aliyê Tevgera Sedr ve destpê kirine, şoreşgerên tişrînê, gelek hêzên demokrat, çepgir û rastgir ên ku bi jiyana aştiyane ya li Iraqê bawer in, beşdar bûn. Xwepêşandan li dijî zihniyeta partiyetî ya teng a li herêma Kurdistanê û Iraqê ye."

REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Hisên Kerkûkî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev nirxandin kir: "Heger mirov li rewşa herêma Kurdistanê binêre, di rêvebirina dosyaya petrol, dosyaya ewlehî û aborî de gendelî hene. Li herêma Kurdistanê du rêveberî hene. Yek Hewlêr, Dihok, di destê PDK'ê de ye. Ya din, Raperîn, Germiyan û Silêmanî di destê YNK'ê de ye. Ev zihniyet nehişt ku herêm bibe mînakeke pêşeng li Iraqê. Derbarê herêmên Iraqê yên ku bi navê 140 tên naskirin wekî Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû û Şengalê de nakokî derketin. Ev herêm bûne qurbaniya zihniyeta berjewendiyên partiyetî yên teng, ji ber ku bi berhemên xwe yên binerd, pirrengiya civakî ku gelek netewe, mezheb û ol lê hene, tên naskirn."

Kerkûk diyar kir ku dewleta Iraqê dixwest ku herêmên bi nakok yek reng bike, lê destpêkê nikarî vê pêk bne, piştî êrişên DAIŞ û têkbirina êrişan ji aliyê hêzên gerîla û pêşmerge li eniyekê li dijî wan ve,  partiyên kurdî an ku YNK û PDK'ê nikarîn wan herêman bi rêve bibin, ji ber ku xwestin teoriya dewleat Iraqê ferz bikin, di encamê de rewşa ewlehî û aborî têk çûn û nakokî di navbera partiyan de çêbûn. Kerkûkî got: "Ev partî berpirsên rûdanên li Kerkûkê ne."

Kerkûkî da zanîn ku temenê siyasî li Başûrê Kurdistanê ji hikumeta Iraqê ya heyî mezintir e, ji ber ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di sala 1992'yan de an ku piştî vekişandina sîstema berê ji Başûrê Kurdistanê û avakirina xeta parastina navneteweyî, hate damezirandin û wiha pê de çû:"Helbet partiyên siyasî yên Başûr nikarîbûn mîna Iraqê saziyan ava bikin. Her wiha nikarin dosyayên petrolê li herêma Kurdistanê bi rêve bibin. Sedema vê yekê jî şerê navxweyî û destwerdanên herêmî, di serî de Tirkiyê di karûberên herêma Kurdistanê de ye. Her du rêveberiyên ku herêma Kurdistanê hatin avakirin guh nedan dengê gel. Ev hemû nehişt ku mijarên rêveberî, ewlehî û aborî werin sererastkirin."

Hisên Kerkûkî bal kişand ser binkeftina saziyên Başûrê Kurdistanê "Binkeftin di rêvebirina saziyên hikumeta Başûrê Kurdistanê, rêvebirina dosyaya pertrolê, dosyaya ewlehî, çawaniya belavkirina dewlemendiyan li gel de hene. Her wiha binkeftin di avakirina saziyan, qutkirina bername û destên derve yên ku ferqê di navbera gel û partiyan de çêdikin, hene. Her partiyek  xwedî herêmeke ku serweriya wê dike, mîna ku piştî lihevkirina aştiyê ya di navbera PDK û YNK'ê de çêbûye."

Kerkûkî anî ziman ku zihniyeta teng a berpirsên Başûrê Kurdistanê nikare herêmên Başûrê Kurdistanê bibin yek û hikumeteke yekbûyî û destûreke demokratîk ava bikin û got: "Mixabin, ev partî nikarin erkên xwe di pêkanîna guhertina rewşa civakî û aborî ya li herêmê bi cih bînin."

Kerkûkî her wiha da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dosyaya petrola Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe, destwerdanê li karûbarên Başûr dike, çakakvanên siyasî digire û destekê dide PDK'ê. Her wiha got: "Mixabin partiyên di hikumetê de dane ser şopa PDK'ê ku hêrsa gel zêdetir dike. Tirkiyê  herêma Kurdistanê topbaran dike, berhemên wê didize û dixwaze hikumeta herêmê bi bin bixîne û ji kurdan re bibe xuyakirin ku nikarin rêveberiyê bikin."

'TIRKIYÊ DIXWAZE PROJEYA LI ROJAVA TÊK BIBE`

Kerkûkî di dewama axafina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û got: "Li Rojava modeleke rêveberiyê ya cuda heye, lê Tirkiyê hewl dide bi hemû hêza xwe vê pergala nû têk bibe. Tirkiyê di aliyê aborî û ewlehî li Başûrê Kurdistanê serwer e û hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a cuda ya li Rojava têk bibe. Ji ber vê yekê êrişî herêmê dike."

'REWŞA IRAQÊ TÊK DIÇE

Hisên Kerkûkî diyar kir ku rewşa Iraqê roj bi roj têk diçe û wiha pê de çû: "Em nikarin texmîn bikin ku dê rewş bi ku ve biçe, lê metirsiyên mezin hene ku di navbera partiyên rêkbir wekî Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de  nakokî derkeve ku her du alî xwedî hêzên leşkerî û milîs in û gel ditirse ku di navbera wan de şer derdikeve û yê ku dê windahiyê bibîne, tenê gelê Iraqê ye. Ji bo rewşa Başûrê Kurdistanê jî partiyên desthilatdar xwedî hêzên leşkerî ne. Gelê Kurd ditirse ku di navbera her du aliyan de an ku YNK û PDK'ê şer derkeve. Ji ber nakokiyên navxweyî di navbera wan de hene û ev nakokî veguhere şerekî çekdarî. Di encamê de wê hêzên herêmî, di serî de Tirkiyê ku baregehên wê li herêmê û derveyî wê li Mûsil û derdora wê hene, sûdê ji van nakokiyan werbigirin û mayînde bihêlin. Me dît çawa dewleta Tirk li Zaxo sivîl topbaran kirin. Ev destwerdanên Tirkiyê li ser asta leşkerî, aborî û îstîxbaratî zêde dibin."

ÇI TÊ XWESTIN?

Kerkûkî got çareserkirina aloziya Iraqê li Bexdayê ye û wiha pê de çû: "Heger partiyên siyasî bixwazin aloziyê çareser bikin, divê bi gel re li hev bikin û ji ber kirinên xwe yên diziya malên gel lêborînê bixwazin. Divê çareserî li gorî destûra demokratîk be, ji bo xizmeta gel kar were kirin, sazî werin avakirin û dûrî mentiqê partiyetiyê bikevin. Çareserî ne zehmet e, lê pêwîstiya wê bi îrade û biryarekî siyasî ya wêrek heye."

Kerkûkî da zanîn ku partî û hêzên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê dikarin sûdê ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigirin û got: "Çareseriya esasî li cem gel e. Divê gel refa û nêrîna xwe bike yek da ku ji aloziyê derkeve, divê dûrî zihniyeta desthilatdar bikevin û ber ku civakbûyînê ve biçin. Her wiha divê berhem bi awayekî adil werin belavkirin, divê hemû pêkhate di bin sîwanekî û pergaleke nû mîna ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava hevdu qebûl bikin. Ev sîstem çareseriya herî gucaw ji avakirina dewlet û saziyên wê çareserkirina pirsgirêkan e."

Serokê Desteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Hisên Kerkûkî di dawiyê de got: "Zihniyeta serwer a li Iraq û Başûrê Kurdistanê zihniyeteke partiyetî û desthilatdar e. Zihniyeta Rêveberiya Xweser zihniyeteke demokratîk û qebûlkirina aliyên din e, ev zihniyet xwe dispêre peydakirina jiyaneke bi rûmet ji bo welatiyan ku dûrî nakokiyên mezhebî, taîfî û neteweyî ye."

ANHA


Mijarên Din