​​​​​​​Hiso: Berpirsên lihevkirina Şengalê amadekariyên fermana 74'an dikin

Xerîb Hiso got:" Lihevkirina di navbera Bexda û malbata Barzanî de ne tenê Êzidî, di heman demê de dê tevhî Kurd jî berdêla wê bidin."

Hikumeta Bexda û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di 9`ê Cotmehê de, bêyî ku li Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê an jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya ku Şengal parast vegerin, lihevkirinek girêdayî rêvebirina Şengalê îmze kir.

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso di hevpeyvînekê de bi ANHA`yê re, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji rewşa heyî ya Iraqê sûdê digire û di îmzekirina lihevkirina dawîn a di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) rolek lîst. Hiso lihevkirinê bi keraseteke rastîn bi nav kir, ji ber ku aliyên vê lihevkirinê amadekariya pêkanîna fermana 74'an li dijî êzidiyan dikin.

Hevpeyvînê wiha ye:

HÛN LIHEVKIRINA DI NAVBERA HIKUMETÊN BEXDA Û HERÊMA KURDISTANÊ DE  YA GIRÊDAYÎ ŞENGALÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Lihevkirin, bi xwe lihevkirinek di navbera Bexda û malbata Barzanî de ye û ne mentiqî ye. Ji ber ku ev lihevkirin, çareserî, ewlehî û aştiyê ji herêmê re nayîne. 

Lihevkirin, dûrî vîna gelê Kurd û êzidiyan e. Lihevkirin ne tenê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye lê belê hinek hêzên din mîna dewleta Tirk, Amerîka bi çavdêriya Neteweyî Yekbûyî (NY) ye li paş wê ne.

Li dijî êzidiyan 73 fermanan hatin kirin, kesek piştgiriya wan nekir. Her tim qirkirin li ser wan tên kirin û berdêleke giran didin. Di hinek komkujiyan de zêdetirî 90 hezar Êzidî bûn qurbanî û di hinek din jî zêdetirî 150 hezar Êzidî hatin kuştin. Di fermana 73`iyan de Tevgera Azadiya Kurdistanê piştgiriya wan kir. Ne ji mudexeleya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bûya, Êzidî wê tune bûya û êdî pêwîstî bi lihevkirineke nû tune bû.

Tevgera Azadiya Kurdistanê, li rex civaka Êzidî sekinî û lihevkirina qirkirina civaka Êzidî têk bir. Lewra ji 6 salan ve êrişên li dijî Şengalê ranewestîn. Dewleta Tirk êrişî Şengalê dike û hewl dide çeteyên DAIŞ`ê vejîne.

Vejandina DAIŞ û lihevkirina dawîn, lihevkirina Kazimî bi Amerîkayê re girêdayî tunekirina komên çekdar û nîşankirina êzidiyan weke komekê ku dişibe Heşd El-Şabî, ne ji mentiqê ye. Ji ber ku Êzidî civakek serbixwe ye û di destûra Iraqê de pê hatiye îtîrafkirin. Divê Amerîka jî bi vîna Êzidiyan îtîraf bike.

BI NÊRÎNA WE ÇIMA PDK`Ê TEV LI MÎNA VAN LIHEVKIRINAN DIBE?

Mixabin, PDK`ê ji hebûna civaka Êzidî ya kurd li Şengalê aciz dibe. Ji hebûna DAIŞ`ê li wir kêfxweş dibe. Divê em vê pirsê bikin, gelo ya baş, Kurd li Şengalê bin lê DAIŞ`ê?

Divê PDK`ê roleke aştiyane bilîze. Divê bi Meclisa Êzidiyan, Rêveberiya Xweser û gelê Şengalê re bihata nîqaşkirin da ku pirsgirêkên heyî çareser bibin. Lê mixabin, PDK’ya ku bi biryareke taktîkî ya şaş sala 2014`an ji Şengalê vekişî, hewl dide mudexeleyî rewşa Şengalê bike. Mîna Adara 2016`an, dema hêzên xwe anî herêma Xanesorê. Di encamê de gelek şervanên YBŞ û HPG`ê yên ku Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û parast, şehîd ketin.

Li şûna ku PDK`ê lêborînê bixwaze ji ber şaştiyên dîrokî yên ku li dijî êzidiyan kirine, niha hewl dide YBŞ û YJŞ  ji Şengalê derxe û pergala demokratîk û Rêveberiya Xweser a ku ji beriya 6 salan ve ji hêla Êzidiyan ve hatiye avakirin têk bibe.

ARMANCA PDK`Ê JI VÊ LIHEVKIRINÊ ÇI YE?

Dewlet an jî rejîmên di aloziyên siyasî yan jî leşkerî yan jî aborî yan jî civakî re derbas dibin, her tim hewl didin aloziya xwe derxin derve. Dewleta Tirk jî vê yekê dike. AKP`ê bi MHP`ê re lihev kirin û li Tirkiyê hovantirîn sûcan pêk tînin. Lewra niha mudexeleya dewletên cîran mîna Lîbya, Iraq û Sûriyê dike. PDK`ê jî li ser destê AKP`ê perwerde dîtiye û heman rêgezê dişopîne, hewl dide aloziya ku ji deh salan ve li başûr girêk bûye, bi rêya lihevkirina dawîn derxe derve.

Herêma Kurdistanê, di aloziyek rastîn re derbas dibe, ji deh salan ve êriş li ser wê hene. Dewleta Tirk kengî bixwaze êrişî gelê Başûrê Kurdistanê dike, aboriya wê jî hilweşî ye. Mamoste û pêşmerge fonên xwe negirtine. Nakokî di navbera PDK û partiyên Kurdistanê û yên din ên li başûr heye. Her kesê dijberî wê derdikeve tê girtin. jJi ber ku PDK`ê partiyek malbatî ye.

PDK`ê bi rêya lihevkirina dawîn dixwaze aloziyên ku me li jor bibîr xistine, veşêre. Dixwaze bêje ku ew dixwaze vegere Şengalê lê rê nadin wê. PDK`ê dixwaze alîgirên xwe li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Civaka Êzidî sor bike. Yanî heman siyaseta Erdogan ê ku civaka Tirk li dijî civaka navneteweyî sor dike, dimeşîne.

Xeta di navbera Celewla û Seediye de heta Şengalê di bin kontrola hêzên Iraqê de ye. Çima PDK`ê vegera ji wê herêmê re, Kerkûk, Musil û Zimar naxwaze. Ew armanc dike vîna civaka Êzidî ya ku hebûna xwe parast, xwe pêş xistin û têkiliyên bi derdora xwe re xurt kirin, têk bibe.

RUXMÎ NEARAMIYA TÊKILIYÊN DI NAVBERA BEXDAD Û HEWLÊRÊ DE, LÊ HER DU JÎ TÊKILDARÎ ŞENGALÊ LI HEV KIR, GELO BI NÊRÎNA WE SEDEM ÇI YE?

Min di nava axaftina xwe de bi bîr xist ku rewşa aborî li Başûr hilweşî ye. Ji ber ku aboriya başûr bi ya Bexdadê ve girêdayî ye. Hilweşîna aboriya başûr jî, di encama têkiliyên ne baş ên di navbera her du aliyan de ye. Ji ber ku dewleta Tirk destûrê nade ku têkiliyan di navbera Bexdad û Hewlêrê de werin xurtkirin. Ji ber ku heke ev têkilî xurt bûn, wê rola deriyê sînor ê Îbrahîm nemîne. Bi rêya vê deriyê kel û pelên Tirk derbasî Başûr dibin. Gelek sedemên din ên siyasî û leşkerî jî hene.

Dewleta Tirk rewşa heyî ya li Iraqê bi kar tîne û rolek di îmzekirina lihevkirinê de lîst. Ev bi xwe keraseteke rastîn e, ji ber ku berpisên vê lihevkirinê amadekariya pêkanîna fermana 74'an  li dijî êzidiyan dikin.

Diviyabû Kazimî serî ji dewleta Tirk re netewandiba. Ji ber ku dewleta Iraqê xwe serdest e. Li şûna lihevkirina li ser Şengalê diviyabû ji bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Başîqa li hev bikirina. Diviyabû li ser rawestandina êrişên Tirk li dijî gelê Başûrê Kurdistanê li hev bikirina.

Hebûna Tirkiyê li Beşîqa, wekî qereqolekê ji bo komkirin û parastina çeteyên DAIŞ`ê ye.Tirkiyê agahiyan dide Amerîka û NY`yî, ku ew ji aliyê xwe ve dibêjin ku agahiyên wan ên girêdayî hebûna 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê li Irqaê hene.

Baregeha Beşîqa ji hêla NY`yî, Amerîka, hikumeta Irqê û Pratiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tê parastin.

Planek ji bo pêkanîna êrişekê li dijî Şengalê heye. Armanc jî ne şandina pêşmergeyên PDK`ê ne yan jî hêzên Iraqê ne, lê belê armanc bicihkirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê ye. Ji bo ku Rojava, Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tengav bikin.

Divê em tê gihêjin asta xeteriya vê lihevkirinê. Civaka Êzidî asta xeteriya vê lihevkirinê nas kir û helwesta xwe rave kir. Gelê Kurd jî vê lihevkirinê qebûl nake.

NIHA ÇI JI GEL Û HÊZÊN KURD Û KURDISTANÊ TÊ XWEST?

Hinek hêzên Kurd û Kurdistanê, helwestên şermok rave kirin. Weke Kurd an jî Êzidî yan jî Musliman an jî Kakayî yan jî Şebkî yan jî Elewî, li dijî me êriş berdewam in. Bêdengiya hêzên Kurd jî asta wan êrişan zêde dike. Divê ji bêdengiyê derkevin. Divê partiyên Kurd li hev kom bibin û xeteriyên li dijî gelê Kurd nîqaş bikin.

Şandeyên Meclisa Şengalê û jinên Şengalê serdana Bexdadê dikin da ku sedemên vê lihevkirinên nîqaş bikin. Lê mixabin tu partî yan jî hêzeke Kurd serdana Bexdadê nekirin û ne jî çûn Başûr ji bo ku vê lihevkirinê nîqaş bikin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê daxuyanî dan, hevdîtin pêk anîn lê pêwîstiya wê bi piştgiriyê heye. Partiyên Başûrê Kurdistanê dikarin serdana Bexdad bikin û hevdîtin bi hikumeta Iraqê re çêkin da ku sedemên lihevkirinê û navaroka wê bizanin û çima ev lihevkirin beyî agahdariya hikumeta Başûr û partiyên wê pêk hatiye.

Lihevkirin, lihevkirinek di navbera Bexdad û malbata Barzanî ye, ne tenê Êzidî wê gelê Kurd jî berdêlê vê lihevkirinê bidin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din