Hişyariya li ser xeteriya hişbir û zewaca bi temenê biçûk

Di yekemîn xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan a bi diruşma ‘Bi israr û berxwedana jinên ciwan dê li hember dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin’ de, bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan a Tebqayê îro derketin qadan. Ciwanan  belavokên derbarê xeteriyên hişbir û zewaca biçûk de, belav kirin.

Naveroka belavokên ku li tevahî bajêr hatine belavkirin li ser azarên jinan e. Di belavokan de wiha nivîsek hat: "Jinan berê pir azarên ji tundî û binpêkirinan dikişandin. Ev tundî jî bandoreke derûnî, bedenî û civakî, dikir. Tundiya li ser jinê, zihniyeta koletî ya desthilatiya mêrdestiyê ye. Bi wê re jî rola jinan a bengehîn di pêşxistina civakan de, hat paşguhkirin. Lê niha bi belavkirina fikra azad re, êdî rola jinan di tevahî derfetên siyasî, rêxistinî, çandî û civakî de heye. Bi rêya başlîstina rola xwe di van mecalan de, pêşeroj bi pêş dikeve."

Di belavokan de  şîrovekirin û danasîna rola Yekitiya jinên Ciwan di zanakirin jinan û xeteriyên zewaca biçûk de jî hat û wiha tê de hat nivîsîn: "Em jinên ciwan, ji erka me ya bingehîn di nava vê civakê de, danasîna wateya rastîn û havaynê ji her jinekê re û xwezanakirin li dijî tundî û zilmê ye. Her wiha jî ji erkên bingehîn ên ku dikeve li ser milê me, zanakirina civakê der barê mijara zewaca biçûk de. Ji ber ku zewaca biçûk, pir pirsgirêkên weke berdanê ku bandorê li fikir û derûniya keçka biçûk de dike, bi xwe re pêk tîne. Berdan pirsgirêka herî mezin di civakê de ye û sedema wê jî zewaca biçûk e."

Dê hemle berdewam bike û belgefîlmên der barê binpêkirinên Tirkiyê yên li kantona Efrînê ya dagirkirî de bên lidarxistin. Her wiha dê şanoyek ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan li ser biratiya gelan bê pêşkêşkirin. Belavokên vejandina floklora Firatê û cilên floklorî bên belavkirin. Dewreyeke hemşîreyê ji endamên saziyên sivîl re jî bê vekirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din