Hişyariyên li dijî Korona vîrûsê berdewam in

Aliyên peywendîdar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) li herêmê pêngavên hişyarkirinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Desteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya herêma Cizîrê belavokan belav dikin.

Piştî vîrûsa  Koronayê li gelek dewletên derdora Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên pêwîst girtin, her wiha şaneya aloziyê jî di rêzecivînên xwe de gelek biryar girtin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê û bi armaca pêkanîna hişyariyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaredariya Gel a herêma Cizîrê bi hevkariya navenda ASO belavokên hişyarkirina ji vîrusê li bazara bajêr û avahiyên giştî belav kirin.

Belavokan neweşiya(Covid-19) pênasa kir, nîşanên li nexweşan derdikevin, xeteriya ji vîrusê  û bandora wê li ser ferd û civakê diyar kir.

Her wiha di belavokan de  awayê parastina ji vîrusê, hişyariya xeteriya vîrusê, guhdana bi awayê pişkandin û kuxikê, girtina dev û bêvilê yan bi maskê û paşê biavêjin zembîleke devgirtî, destên xwe baş û bi berdewamî bison û taqîm bikin.

AWAYÊ XURTKIRINA MENAETA LAŞ

Têkildarî awayê laşparêziyê belavokan parve kir ku divê antî bîotîk û derman kêm bixwin, li xew û rehetiya xwe baldar bin û dûrî deverên bi fikaran bikevin, avê, şirûbên germ û gihayan baş vexwin, bi berdewamî vîtamînên D, O, S yên ku di berteqal û lîymûnan de hene zêde bikin.

Belavokan bal kişand ser ku tenê dema bi bêhinçikandinê (Kuxik an jî pişkinandinê) bihisin an jî dema gumanên ketina bi vîrusê hebe maskan bi kar bînin.

Şêniyên pêngava hişyariyê gaveke baş nirxandin û spasiya aliyên peywendîdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku bergiriyên pêwîst ên pêşîlêgirtina ji vîrusê girtine kirin. Her wiha şêniyan banga guhdana bi biryar û hişyariyiyên aliyên peywendîdar kirine kirin. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes bi vîrusê nektine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din