Hizbullahê gef li parlamentoya Iraqê û Herêma Kurdistanê xwar

Buroya Siyasî ya Hizbullaha Iraqê, gef li endamên parlamentoya Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê xwar û got "Hêzên kurdî dixwazin xewnên xwe yên parçebûnê pêk bînin."

Buroya Siyasî ya Hizbullahê ya Iraqê bi daxuyaniyekê bal kişand ser pêwîstiya rakirina peymana di çarçoveya stratejîk a bi DYA’yê re û kesên vê biryarê red bikin, gef lê xwar û wiha got: "Ev rûniştin dê hikumê li ser hêzên siyasî û kesayetên ku dê bi gelê Iraq û yekitiya wê re bin, eşkere bike. Li aliyekî din jî dê kes û hêzên siyasî yên ber bi berjewendiyên teng, girêdana biguman û aliyên neteweyî yan jî etnîk an jî çînî ve diçin, diyar bike. Dê bikevin xana îxanetê û firoşkarên wijdan û rûmetê. Gelê me ji wan tu hincet û diyardeyan qebûl nake."

Di daxuyaniyê de gef li hin hêzên kurdî hat xwarin ku ew dixwazin “xewnên xwe yên parçebûnê” pêk bînin.

Daxuyanî bi gefa yekser ji parlamentoyê re bi dawî bû û wiha tê de hate gotin: "Di van rojên dîroka Iraqê de, em dudil nabin ku îxanet û kesên komployan li ser serweriya welatê me çêdikin, eşkere bikin. Dê wan ji derbasbûna Bexdayê re mehrûm bikin û dan û standina bi wan re jî qedexe bikin. Her wiha jî nahêlin berjewendiyên wan bidomin."

Ketîbeyên Hizbullahê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê der barê nêzbûna ji baregehên Amerîkayê ji roja yekşemê ve hişyar kirin. Ew jî tê destnîşankirin ku dê êriş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê pêk werin.

(fr)


Mijarên Din